Bi rasthatina salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, rêxistinên mafê malbatên Enfaliyan li Germiyanê ji RojNewsê re axivîn. Serokê Komeleya Parastina Mafê malbatên Enfaliyan li Germiyan, Hawrê Pêşrew diyar kir ku qirkirina Şengalê di çarçoveya tewanên din ên wek Enfal û Helebceyê de ye ku rejîma Baasê pêk anî. Pêşrew behsa sedema valakirina Şengalê jî wiha dike: "Ev rastiyeke ku hêzên pêşmerge yên PDK’ê Şengal vala kirin. Valakirina Şengalê siyaseta wê demê ya PDK’ê bû ku xizmeta berjewendiyên wê dikir."
Hawrê Pêşrew di dawiyê de got: "Ji bo bi qirkirin naskirina fermana li dijî Şengalê, hewldan weke pêwîst e, nînin."
Serokê Komîteya Rêxistina Kurdosayd (ÇAK), şaxa Kelarê, Karox Omer jî der barê heman mijarê de bal kişand ser wê yekê ku ferman li dijî Şengalê û qirkirina Êzidiyan planek herêmî bû ku aliyekî navxweyî jî ev plan pêk anî.
Karox Omer got, ji bo her kesî zelal bûye ku PDK’ê bê parastin Şengal vala kir û wiha dewam kir: "Di encamê de ew tewana mezin hate serê Êzidiyan. Ev jî dexmeke reş e li ser eniya PDK’ê."
KERKÛK