Wekî pirr caran hatiye gotin; bêyî pêşxistina siyaset û saziyên neteweyî, azadiya Kurdan ne pêkan e. Divê Kurd têkoşîna xwe ya li dijî êrîş û polîtîkayên neyaran, bi pêşxistina demokrasiyekî navxweyî û polîtîkayên neteweyî re di nava ahengiyekê de bi rê ve bibin. Ji bo vê yekê jî, her sazî û rêxistinên Kurdî, xwedî kîjan bîrdozê bibin jî, di meseleyên navxweyî de gereke enerjiyê xwe ne ji bo bêhêz û lawazkirina hev du, berovajî ji bo bidestxistin û parastina berjewendiyên neteweyî û zeximkirina vîna netewî xerc bikin. 

Tu luksa rêxistinên Kurdî tune ye ku hêz û enerjiyê xwe di pevçûnên li dijî hev du de tune bikin. Kî di serdemeke ewqas hesas de helwesteke bi vî rengî diyar bike, ew di siberojê de nikane ji xelkê re hesabê bide. 

Bûyerên ku di nava hefteya bihurî de li Şengalê pêk hatin, vê xem û tirsê dixe dilê mirov.

Wekî tê zanîn; ji ber ku Hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistanê, li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê yên sala çûyî nekanîbû Kurdên Êzîdî yên Şengalê biparêze, bi sedan însanên me hatibûn kuştin û bi hezaran jinên Kurd ên Êzîdî jî ji hêla hovên DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin û hêjî çarenûsa wan nediyar e. Paşê Hêzên Parastina Gel (HPG-YJA Star) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG/YPJ) çûbûn herêmê û ji bo parastina Kurdên Êzîdî dest bi têkoşîn û berxwedanê kirîbûn.

Ji bo derxistina DAÎŞ’ê ji Şengalê û parastina xelkê, Şengaliyan bi pêşengiya HPG’ê dest bi rêxistinîbûnê kirîbûn. Him hêzêke xweser a leşkerî û him jî bona jinûve rêxistinîkirina jiyana civakî Meclîsa Gel hatibû sazkirin. Ev hewldanan bi taybetî ji hêla Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve bi nerazîbûnê hatin pêşwazîkirin.

Di vê meseleyê de, polîtîkayên PDK’ê yên him bêparastin hiştina Şengalê û him jî dijderketina hewldanên xweser ên bona parastinê û jinûve avakirina jiyana civakî, gereke werin rexnekirin. Ligel vê yekê, aliyê ku ji banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) a ji bo pêşxistina Kongreya Neteweyî û yekkirina hêzên parastinê yên Kurdistanî re guhên xwe kerr dike jî, her wiha heman hêz e. Mirov ji daxuyaniyên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) yên li ser girtina Fermandarê Hêzên Parastina Şengalê Heyder Şeşo fam dike, ku hêzên Başûrî jî ji van helwest û polîtîkayan dilgiran in.

Ev rewş girîngiya pêşxistina feraseteke demokratîk di têkîliyên navxweyî yên hêzên Kurdistanî de nîşan dide. Eger atmosferek û hişmendiyeke demokratîk di siyaseta Kurdistanî de hebûya, helbet pirsgirêkên li ser mînaka Şengalê derdikevin, pêk nedihatin. Eger siyaseta Başûrî demokratîk û Kurdistanî bibûya û her wiha xelkên Kurdistanî baweriya xwe pê re bianiyana, ji xwe ti kesan ji bo parastina xwe hewce nedidît û nedifikirî ku hêzeke cûda saz bike.

Wexta mirov van pêşketinan temaşe dike; careke din girîngiya banga KCK’ê ya ji bo bi lez komkirina Kongreya Neteweyî, yekkirina vîna Kurdî ya siyasî û dîplomatîk û her wiha yekkirina hêzên parastinê yên Kurdistanî, hê baştir fam dike.

Rêveberiya Başûr, li şûna astengkirin û lawazkirinê, divê piştgiriyê bide hewldanên ji bo parastin û sazkirina jiyana civakî ya li Şengalê. Kurdên Şengalî çiqas bi rêxistinî bin, wê ewqas xwedî hêz bin û li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê li ber xwe bidin. Divê bê zanîn; ku li Şengalê pêknehatina yekîtî û piştgiriya neteweyî, li hember hovên DAÎŞ’ê destê Kurdan giştan lewaztir dike û êşa xelkê me yî Êzîdî girantir dike.

Rizgariya Şengalê, li şûna bûyîna sebebê kûrbûna pirsgirêkên nava siyasetên Kurdî, gereke bibe sebebê yekîtî û pêşketina siyaseta neteweyî ya Kurdî. Bona vê yekê him mercên siyasî yên Kurdistanî guncaw in, him jî pêşketinên siyasî yên herêmî ji bo yekîtî û azadiyê, ji Kurdan re deriyên din giştan digirin. Ji xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê firsendên îroyên ji dest bên revandin, ne Kurd ne jî dîrok wê hêzên siyasî yên Kurdan efû bikin. 

Şengal him êşa me ye, him jî ji bo yekîtî û azadiyê dermanê nexweşiyên me ye!..