Parlementera Ewropa ya berê Feleknas Uca, li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê Kurdên Êzîdî yên li malên AFAD û konan de dimînin ziyaret kir. Uca lêkolîn kir û anî ziman ku yên li Şengalê hatin jiyîn di dîroka civaka Êzîdiyan de komkujiyên herî hovin û wiha got: "Êrîş û komkujiyên li hemberî civaka êzdî pêk tên li ber çavê cîhan û rayagiştî pêk tên. Êzdiyên ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê reviyan koçberî Bakurê Kurdistanê bûn û ji aliyê rêxistinên sivîl û rêxistinên me yên siyasî ve xwedî lê derketin. Ji bo êzdiyên hatin Sîlopiyê her tişt hate kirin û seferberî hatiye îlankirin. Heya niha 5 hezar kes derbasî Sîlopiyê bûn û li bajarên Mêrdîn, Êlih, Wêranşar û bajarên din hatin bicihkirin." Uca, da zanîn ku armanc Şengalê bi temamî vala bikin û Êzîdiyan ji wir derbixin û Ereban lê bicih bikin daku bi rihetî êrîşî Rojava bikin û wiha axivî: "Gelê me yê Êzîdî ji Şengalê derdixin û koçberî Ewropa dikin nemimkûne ev komkujî û hovîtî bêne jibîrkirin. Bûyerên pêk hatin di tu dîrokê de û tu cihan nehatiye jiyîn û nayê ji bîr kirin. Zarokên me qetilkirin û tecawiz li wan kirin, jinên me revandin û firotin tişta ku bê jibîrîkirin nîn e. Niha li vir zarokê 4 mehî ji ber pasaporta wî tuneye nadin dayîka wî û li Zaxo hiştiye. Li ber çavê me trajedî tê jiyîn. Divê li hemberî vê hovîtiyê em hemû xwedî li gelê xwe derbikevin."


Axa xwe bi cih nehêlin
Uca, bilêv kir ku di hevdîtinên bi Kurdên Êzîdî re kirine komkujî tenê çeteyên DAIŞ'ê li hemberî wan pêk nehatiye cîranên wan ên Ereb jî li hemberî wan komkujî pêk anîne û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê yên naxwazin vegerin ser axa xwe û dixwazin biçin Ewropa hene. Ez li vir bang li gelê xwe yê Êzîdî dikim. Li vir maseyên qrîzê hatine avakirin bila bên vir û ya li hemberî wan hatiye kirin ji komîsyonan re vebêjin. Ya em ji gelê xwe dixwazin bi tena serê xwe neçin metropolan. Rêxistinên me yên siyasî bi komiyonên li vir avakirin ji bo hemû alîkariyên wan bi cih bînin amade ne. Welatiyên diçin metropolan rastî bûyerên zor û diziyan tên. Divê gelê me yê Êzîdî axa Kurdistanê terk nekin. Em dikarin li vir gelê xwe li gundên Êzîdî li cem birayên wan bi cih bikin. Divê Kurdên Êzîdî ji civaka xwe û gelê xwe dûr nebin. Em ji welatiyên xwe yên çûn metropolan re dibêjin vegerin. Ji ber ku ya çeteyan jî dixwast ev bû. Dixwazin Şengalê bêmirov bikin û civaka me perçe bikin. Çiqas me bedel dabin jî divê em xwedî li nirxên xwe derbikevin û Şengalê biparêzin."

Emê hesabên wan xira bikin

Feleknas Uca behsa girîngiya yekîtiyê jî kir û got: "Em îro careke din peyama yekîtiyê didin û bi yekîtiya em pêk bînin em dê Şengalê ji destê çeteyan derbixin û azad bikin. Îro namûs û şerefa me hatiye binpêkirin. Ji bo em xwedî li namûs û şerafa xwe derbikevin divê bêtir em xwedî li Şengalê derbikevin û ji destê çeteyan xilas bikin. Ji bo vê yekê divê hêj bêtir em yekîtiya xwe xurt bikin û bi xebitin. Şengal kirin qurban lê em dê bi yekîtiya xwe hesabên kesên piştgiriyê didin wan çeteyan xirab bikin."

DIHA/ŞIRNEX