Li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Meş ji ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpêkir heya ser rêya sereke ya bajarokê Sinûnê dewam kir. Di meşê de tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê bi sedan xelkê bajarok beşdarbûn. Di meşê de posterên Ocalan hatin rakirin û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe, bijî Serok Apo” hatin gotin. Piştî meşê, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Rîham Hiço daxuyanî xwend.
Bi daxuyaniyê TAJÊ got; “Em wek sazî û dezgehên Şengalê der barê tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê dibêjin, ev tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, di heman demê tecrîdeke li dijî mirovahî, tevayiya gelên azadîxwaz û bi taybetî li ser xelkê Şengalê ye.
Di şexsê hevrê Leyla Guven de hemû havalên li dijî faşîzim û tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û bi îradeyeke mezin li ber xwe didin, em silav dikin.”
Li dijî tecrîdê kom bibin
Di dawiya daxuyaniyê de banga xurtkirina têkoşînê li Xelkê Şengalê hate kirin û ji wan hate xwestin ku li dijî tecrîdê li ser lingan bin û li derdora çalakiyên li dijî tecrîdê kom bibin.
ŞENGAL/ROJNEWS