
Di 14’ê Tebaxa 2007’an de li bajarokên Tilezer û Sibaşexidir a Şengalê êrîşên întîxarî pêk hatin û di van êrîşan de bi sedan kes mirin. Gelê Êzîdî vê komkujiyê wek 73’emîn komujiya li hemberî gelê Êzîdî dibîne. Kurdên êzdî yên wê demê birîndar bûn ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve rakirin nexweşxaneyê lê ji wi şûnde agahî ji wan nehat girtin. Leşkerên Amerîkayê wê demê gotin ewê bo tedawiyê bibin nexweşxaneyê û birin nexweşxaneyên Tirkiyeyê, hinek welatên Ereb û Ewropayê û ji wê rojê şûnde agahî ji wan nehat girtin. Şêniyên bajaroka Tilezer bang li DYA, Ewropa û welatên Ereb kir ku alîkariyê bidin wan.
Nêzî 50 kes wenda ne
Gelê Tilezer diyar kirin ku dixwazin der barê zarokên xwe de agahiyan bigirin. Kurdekî êzîdî Navaf Suleyam diyar ki rku bi salan li ser vê bûyerê lêkolîn kiriye û tiştek bidestnexistiye. Suleyman wiha got: “Min ji DYA û midûriyeta bajarokê pirsî. Ez midûrê bajarokê re hatim cem hev. Got me şehîd nivîsandine. Min got çima we wisa nivisandiye, em dixwazin wan bibînin. Niha nêzî 50 welatî wenda ne. Kî çi dizane bila bom e bêje. Em dizanin ew şehîd neketine. Hinek dibêjin li Almanyayê di nexweşxaneyê de ne. Em navê nexweşxana nizanin. Hinek dibêjin li Tirkiyeyê ne. Me di kanalek tv de dît. Gotin li Nexweşxaneyên Tirkiyeyê 22 kes hene. Tv yekê jî got li Almanyayê ne.”
Jina bi navê Gewre Xal kul i hevserê xwe û 3 zarokên xwe digere got: “Me serî li her cihê da. Me wêneyên wan şandin her welatî. Dibêjin cihê wan ne diyare. Çima ne diyare. Roja bûyerê min hevserê xwe di Tv de dît. Behsa Tilqeseb dikir. Got navê min Davut Çetoye. Em ji malbata min 4 kesin. Got lingekÎ min jêkirine. Kurê min birîndar bû. Biribûn Duhokê. Ez li pey wan çûm. Me lêkolîn kir. Gotin birine Amerîkayê. Birin ku derê. Ma ne kaçax bûn, ne firarî bû. Hemû mirovê bê çarebû. Em 6 sale bo wan digirin. Em li wan digerin. Êdî em bersivekî dixwazin.”
Yusuf Şêxo ku di komkujiyê de kurê xwe yê 12 salî xwende kir wiha got: “Kur êmin birîndar bû. Min teslîmê leşkrên Amerîkayê kir. Bi helîkopteran birin cihekî din. Ev 6 sale ez li pey wî me. Lê min tu agahî negirt. Divê dewlet di vê mijarê de tiştekî bike.
Şêniyên bajaroka Tilezer bang li DYA, Ewropa û welatên Ereb kir ku alîkariyê bidin wan.
ANF/ŞENGAL