Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê, li seranserê Ewrûpayê çalakiyên rûreşkirina komkujiyê û piştgiriya bi Şengalê û xelkê wê re hatin kirin.
Di çalakiya li Utrechtê de hem êrişa dewleta Tirk hat şermezarkirin û hem jî bang li xelkê hat kirin da ku turizîm û malên Tirkî boykot bikin, û nebin hevparê komkujiyên wê.
Êrişa ku dewleta Tirk li Şengalê kir, li gelek bajarên Elmanya, Fransa, Hollanda, Awusturya û Swîsreyê hat rûreşkirin. Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê ya 15´ê Çile de fermandarê YBŞ´ê Zerdeşt Şengalî jî di navê de 4 şervanên YBŞ´ê şehîd bûbûn. Li van bajaran bêdengiya navneteweyî ya li dijî van komkujiyên dewletê hatin şermezarkirin.
Hannover: Li bajarê Elmanyayê Hannoverê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. TJK-E, KCDK-E û NAV-YEK’ê bi hev re banga beşdariya çalakiyê kir. Kurdistanî û dostên wan li ber Stasyona Trênê ya Navendî (HBF) civiyan. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, Kurdistaniyan nerazîbûna xwe nîşan da û meşiyan. Wan li meydana Steintor belavokên NAV-YEK’ê belav kirin.
Di çalakiyê de Hevseroka NAV-YEK’ê Çîçek Yildiz got, “Piştî rizgarkirina axa Şengalê û têkçûna DAIŞ’ê dewleta Tirk, faşîst dîktator, xwînmijê zarok û ciwanan Erdogan êrişên xwe li dijî civaka me dewam dikin. Piştî şehadeta Mam Zekî, ev çar car in êriş biriye ser Şengalê. Em vê bi tundî şermezar dikin.”
Aktîvîsta TJK-E Dewrim Alp jî got, “Dewleta Tirk dît ku bi erişên DAIŞ’ê negihişt armanca xwe, ji cihê ku DAIŞ lê mayî, vê carê dewleta Tirk dixwaze bidomîne. Êdî bila herkes zanibe, dewleta Tirk peymanan nas nake, mafê mirovan nas nake, demokrasîyê nas nake, wekheviyê nas nake, jiyaneke hevbeş nas nake, ev hişmendiya DAIŞ’ê ye. Êdi divê dewletên koalisyonê ya hemberî DAIŞ´ê şer kirin, Erdoganê xwînmij ji holê rakin.”
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Hoch die internationale Solidarität” bi dawî bû.
Frankfurt: Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê Kurdistanî û dostên wan êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê protesto kir. Çalakî li Meydana Hauptwache bû. Di çalakiyê de pankarta “Li Şengalê komkujî heye, Rojava li ber xwe dide” hate hildan û êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin. Bêdengiya raya giştî ya cihanê ya beramberî êrişa li dijî Şengalê jî hate protestokirin. Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana YBŞ’ê” bi dawî bû.
Nurnberg: Çalakiya li bajarê Elmanyayê Nurnbergê li meydana Lorenzkircheyê bû. Êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de alên YBŞ’ê hatin hildan û bêdengiya li pêşberî êrişê hate şermezarkirin.
Marsîlya: Li bajarê Fransayê Marsîlyayê, bi hezaran kesî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Bakur Rojhilatê Sûriye û Şengalê bi meşekê protesto kir. Kurdistanî û dostên wan li Meydana Canabierre civiyan, êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê bi meşekê protesto kirin. Di meşê de alayên PKK, YPG, YPJ, TCŞ û wêneyên Rêber Apo hatin hildan. Meşê heta bi Vieux Portê dewam kir, li vir veguherî mîtîngê û li wir gelek belavok hatin belavkirin.
Bern: Li bajarokê Swîsreyê Davosê tê plankirina ku di navbera 21-24’ê Çile de WEF (Foruma Aborî ya Cihanê) were lidarxistin. Beriya forumê li Bernê bi tevlîbûna 5 hezar kesî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker yên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriye û Şengalê jî hatin protestokirin.
Rêxistinên koçberan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakgeran dirûşmeyên “Bi pereyên we bi çekên we gel tên qetilkirin”, “Berxwedana gelan berxwedana me ye”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Jin, Jiyan, Azadî” gotin.
Viyana: Li Viyanayê, êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê bi çalakiyekê hate protesto kirin. Kurdistaniyên li Viyanayê û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de terora dewleta Tirk hate şermezarkirin. Wan li aliyê din bang li hikûmeta Awusturya û raya giştî kir ku li dijî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemînin.
NAVENDA NÛÇEYAN