Hevserokên KCD, DBP û HDP'ê têkildarî rewşa Êzîdiyên ji ber êrîşên çeteyên DI koç kirine, rewşa Şengal û Rojava de li Amedê daxuyaniya çepmeniyê ya hevpar dan. Daxuyaniya ku li avahiya KCD'ê pêk hat de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek û parlametera Şirnexê Selma Irmak tevlî bûn. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk destpêkê axivîdiyarkir ku çeteyên DI li Rojava û Şengalê êrîşê destkeftiyên gelê kurd dike û wiha got: "Di vê rojên dîrokî de divê ker kes xwedî li destkeftiyên gelê kurd derkeve. Em li vir bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku îro roja hebûnê ye. Îro roja xwedîderketina li destkeftiyên gel e. Xwedîderketina Şengalê xwedî derketina nasname û hebûna gel e."


'Mirovahî bêdeng e’

Piştî Turk, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş diyar kir ku gelê kurd ezmûna xwe ya herî zor a dîrokê di van rojan de dide û piştî êrîşên li dijî Şengal û Mexmûrê rewşa ku derketiye holê di warê ahenga siyasî ya li herêmê rewşeke nû ye û wiha berdewam kir: “Trajediyeke ji êrîşên çeteyên DI wêdetir a mirovahiyê heye. Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Ev tabloya ku wicdanên mirovahiyê diêşîne mirovahî bêdeng maye. Ya herî bi êş jî ev e. Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî vê trajediyê nêzîkatiyeke berjewendîperest e. Heke berjewendiyên saziyên navneteweyî li Şengalê heba, heke li Şengalê bîrên petrolê heba wê demê dê cihanê qiyamet rakira. Şengal ji bo me bi nirx e. Ji bo kesên ku giringiyê didin pere û petrolê wateya wî nîn e. Ji ber vê yekê jî banga me ji mirovahiyê re ye û ji bo kesên ku exlaq û wicdanê xwe winda nekirine ye.”

Pêwîstiya hêza hevpar

Demîrtaş bilêv kir ku welatiyên Êzîdî yên ku koçber bûne ne penaber in, xwediyê vî axê ne, ew bi hemû şaredariyan, partiyên siyasî û saziyan dê van zehmetiyan derbas bikin. Di vê çarçoveyê de Demîrtaş bang li hemû gelên Kurdistanê kir û wiha got: “Di warê yekîtiya navneteweyî de em pêdiviyeke nebe nabe re rû bi rû ne. Îro kesên ku tenê partiya xwe û kursiya xwe difikire dê ixanet li gelê xwe bike. Dem dema fikirandina berjewendiyên xwe nîn e, fikirandina berjewendiyên gel e. Yekîtiya netewayî divê tenê wekî yekîtiyeke siyasî neyê destgirtin. Divê saziyên hevpar ên parastinê bên avakirin. Heke pêwîst be li dijî van hovîtiyan artêşa hevpar bê nîqaşkirin. Pêşiya vê yekê bi hêvîkirina hêzên navneteweyî nîn e. Divê xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî û li her derê parastina xwe ya cewherî ava bikin.”

´Seferber bibin´

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku agirê li Şengalê hilbû li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê jî hilbû û banga alîkariyan kir. Yuksekdag, anî ziman ku bi piştevaniyê dê wan êrîşan têkbibin û wiha got: "Êşa li Şengalê pêk hat û di aliyê pêşeroja mirovahiyê de divê em xwedî lê derbikevin." Yuksekdag, da zanîn ku serdema ew tê de serdema alîkariyên seferberiya mirovahiyê ne. Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî diyar kir ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dixwazin gelekî tune bikin û incax bi yekîtiyê wan êrîşan têk bibin û divê ji di vê mijarê de gav bên avêtin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak jî banga bihestiyariyê kir. 

DIHA/AMED