Siyaseta dagirkeran li ser Kurdistanê îflas kir, tiştek bi navê sinor ti wataya wê nemaye, statûyên kevin hildiweşin û gelên Rojhilata navîn kirasê teng a li wan hatiye kirin diçirînin. Hêzên navnetewî, Mîrên Petrol û dagirkerên Kurdistanê ji bo parastina hegemoniya xwe li ser Gelan bi taybet Gelê Kurd rêbazên herî kurt û bi bandor ew bû kû bi ol dilîzin. Wezîra Derve ya berê a Emerîka Hilary Cilinton di axaftina xwe ya Kongirêsê da dibêjê " me wan îcad kir. Ji bo xetereyan li ser berjwendiyên me a ji Sovyetê dihat werê berterf kirin me berî 'mucahîdan' li derekî da afganistanê". Belê wan wisa Îcad kirin, pişt re jî xwe weke rizgarker îlan kirin û bi balefir û hêzên xwe ya leşkerî di bin banê NATO da ew dever kirin dojeh. Niha jî heman taktîkan bikartînin, DAÎŞê avakirin û sewqî her derêkî kirin, wan bi çek kirin, bi rêya Tirkiye kampên perwerde ji bo vekirin û birîndarên wan jî li wir tên derman kirin. ev ne tişeke kû naye zanîn, her kes vê rastîyê dizane. Niha jî van caneweran berdane canê gel. rêya herî nêz bi taktîkên Cengîz Xan gel ditirsînin û rihê berxwedanê diken hedef. dixwazin ji bilî rêya revê ti rêyek ji bo gel nihêlin. Vala naye gotin pêngava 15 Tebaxê 1984 dîroka dûbare sekinand û pêleke nû ji berxwedanê vekir. Hin kêlîyên dîrokî hene dem û cêh çi qasî cûda bê jî lê vê rihê nayê gohartin. Pêngava 15 Tebaxê îro xwe nû dike li dem û cihêke din. Ciwanên Kurd li kîjan derê talûke li ser gelê Kurd bibînin , berî xwe diden wir. li Şengalê , Kerkukê, Mexmûrê, Hesekê,Serkêkanî yê, Kobanê îro bi rihê 15 Tebaxê berxwe dide.
Ne Pêşmerge, berpirsyarên wan!
Hin belge hene kû dema wê were her kes bizane Şengal çewa hat vala kirin, îro ne dema wê ye ji ber kû îro yek dujminê hevpar a gel heye ew jî hêzên tarî a DAÎŞ û hêzên pişt wanin. Lê divê werê zanin di vala kirin û teslîm kirina Şengalê da ne taktîkên Cengîz Xan lê Taktîkên şaş û pîlaneke pişt perde heye. Li wir li ser bingeha bazarî li ser Musilê, şengal kû nakeve xeta 36 hat valakirin. PDK divê meselyê da berpirsîyara yekemîn e. Îca nava PDK kî û bi çi rengê, dema pêş were zanin. Ev hesabeke dîrokî ye, ne rojaneyî. Yên ji Dagîrkirin û Komkujîya Şengalê da rizgar bûne rastîyan tênin ziman lê çima hat vê rojê wê pir werê axaftin. A bi serê xelê Şengalê hat Enfala Dûwyemîn û cinosîdeke bi hemû wataya xwe. Ji bo pêçandina bîrînên wan û pêşî girtina her talûkeyeke din hêza hevpar a parastina netewî ye şert e. Ev rastî herkes dizanê û Çapemenî jî tê dîtin kû DAÎŞê bi hêza parastina hevpar ji hen cêh hatine derxistin, ne bi hêza balefirên Emerîkî. Lê bi îsrar hen çapemenîyên PDK vî rastî berovajî diken û hebûna hêza hevpar a Kurdan înkar diken û hêza Emerîka û Qaşo diplomasîya rayedarên Hikûmetê diden pêş.
Ji bo rastiyan were zanîn Rojnamevan Denîz Firat tevî talukeya bereya şer, xwe gehand mexmûrê û ji wir rastîyan bi dengê xwe û kamereya xwe gehand gel û ji gel re got li vir hêza hevpar ber xwe diden û piştî gel bernaden. Niha jî hevalên Denîz Firat di çeperê da bi Qelem û Kamêreyên xwe. Yên van rastîyan nabînin wê gel wan derbaz bike.
Şengal û 2. pêngava hevpar a 15 Tebaxê