Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di derbarê operasyonên xwe de daxuyani da û ragihan ku Çiyayê Kolikê hat rizgarkirin û 49 çete hatine kuştin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku operasyonên wan ku di 8'ê Cotmehê de ji Geliyê Şîlo heta Barê li qadeke berfireh dane destpêkirin de bi qonaxa yekemîn a azadkirina Geliyê Şîlo re gihiştin encameke girîng. 

Fermandariye raginan ku di berdewama operasyonên wan de ji bo gunên rojavayê Şengalê bên rizgarkirin jî qonaxa duyemîn da destpêkrin û di encama van operasyonan da jî 6 gun hatin rizgarkirin. Fermandariye di daxuayniya xwe de bal kişan ser giringiya Çiyayê Kolîkê û wiha domand: “Di qonaxa sêyemîn de jî, li hemberî çiyayê Kolikê yê di navbera Şengal û Çiyayê Kizwan de ye, hêzên me yên berxwedanê bi tevlîbûna hêzên YPG/YJA Starê re serketineke girîng bi dest xistin û çiyayê Kolikê azad kirin."


31 cenaze hatin desteserkirin

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da zanîn ku di vê operasyonê de hevalekî wan birîndar bûye û bi awayekî zelalî hatiye tespîtkirin ku 49 çete hatine kuştin û cenazeyên 31 çeteyan hatine desteserkirin. 

YBŞ'ê diyar kir ku di operasyonê de gelek malzemeyên leşkerî hatine desteserkirin. Alavên ku hatin desteserkirin wiha ne: 1 çeka Aspîcîna û 6 roketên wê, 1 hawana 82'yî û 35 guleyên wê, 2 hawanên 60'î û 33 guleyên wê, 1 hawana 120'yî û 16 guleyên wê, 2 dokçkayên 12.5'î, 10 qutî fîşekên wê û 2 zincîrên wê yên 70'yî, 3 çekên BKC, 5000 hezar fîşek û 10 zincîrên wê, 3 çekên B-7, 10 roket û haşweya wê, 10 çekên kleşê, 2000 hezar fîşek, 50 jarjor û 4 rextên wê, 2 çekên Karnas, 2 debance, 30 narincok, 3 cîhazên biçûk, 1 dûrbîna bi rojê, Wesayîteke întixarî ya hat mayinkirin.

Çiyayê Kolîk ê bi qasî 20 km dirêj e. Çiyayê Kolîk her wiha Çiyayê Kizwana yê Rojava û Çiyayê Şengalê digehîne hev. Ev çiyayê hatiye rizgarkirin xwedî giringiyekî pir stratejîk e. 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di daxuyaniyên xwe yê beriya operasonan de ku dabû raya giştî soz dabû gelê Şengalê ku heta gundên derdora Şengalê bi tevahî bê rizgarkirin, ewê operasyonên xwe bidomînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN