Partî, rêxistin û saziyên Şengalê, ji bo di Destûra Iraqê de cih bigirin pêşniyazên gihandin Lijneya Guhertina Destura Bingehîn a Iraqê.

Piştî xwepêşandanên gel ên li Iraqê, nîqaşên li ser destûra bingehîn hatibûn destpêkirin û Lijneya Guhertina Destûra Bingehîn hatibû avakirin. Bi avakirina lijneyê re rêveberiya Şengalê jî, bi armanca ku mafên civaka Êzidî di destûrê de bên bicîhkirin, komîteyek ava kiribû. Komîteya ku demek beriya niha dest bi xebatan kiribû, têkildarî mafên civaka Êzidî dosyayek amade kir û li Bexda pêşkêşî Lijneya Guhertina Destûra Bingehîn kir. Daxwaz û pêşniyazên civaka Êzîdî jî wiha ne:

“Di destpêka Destûra Bingehîn de divê benda “Qirkirina Pêkhateya Êzidî” bê zêdekirin.

Pêwîst e ku li destpêka Destûrê ev hevok bê zêdekirin: “Sîstema Hikûmetê sîstemek komarî, federal û demokrasiya piralî ye”.

Êzidî di nava neteweyên Iraqê de were qebûlkirin.

Zimanên Erebî û Kurdî, zimanên sereke yên Iraqê ne û ji mafên Iraqiyan e ku zarokên xwe bi zimanên Tirkmenî, Suryanî, Ermenî û Êzidî di saziyên perwerdeyê yên hikumetê de fêr bikin.

Ji ber ku parastina xaka Iraqê dikin, divê îtîraf bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) wê were kirin.

Partiya Demokrasî û Azadî ya Êzidiyan (PADÊ), Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Êzidî

Tevgera Jinên Azad ên Êzidî, Navenda Çanda Şengalê, Komeleya Piştevaniya Jinên Êzidî û Rêxistina Însanî ya Gelê Şengalê xwediyên van pêşniyar û daxwazan e.

 

ROJNEWS/ŞENGAL