Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Şêx Qehtan ragihand ku pêwîst e rol û giringiya Şengalê di bûdceya 2017'an a Iraqê de li ber çavan were girtin.

Serokê PADÊ, Şêx Qehtan der barê lihevkirina siyasî ya dinavbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser budceya sala 2017'an  ya Iraqê ji RojNewsê re axivî û got; "Em vê lihevkrinê bi erênî dibînin û em rexne li Herêma Kurdistanê dikin ku di vê budceyê de para Şengalê li ber çav nehatiye girtin."

Şêx Qehtan axaftina xwe wiha dewam kir; "Pêwîst e di budceya 2017'an a Iraqê de taybetmendiyê Şendalê li ber çav bê girtin. Para Şengalê û rola Şengalê were nû kirin."

Şêx Qehtan xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyên xwe yên ligel  Hikûmeta Navendî ya Iraqê de Şengalê neke qurbaniyê berjewendiyên xwe û wê paşgûh neke. Şêx Qehtan bi bîr dixe ku ti rol û girîngiya Şengalê di lihevkirinê de xuya nake û wiha peyivî: "Ev hesabnekirina Şengalê, me dixe nava gumanan li hemberi Hikûmeta Herêma Kurdistanê."

Şêx Qehtan bi bîr xist ku li Şengalê 2 salaln ti tişt nehatiye kirin, wiha reexneyên xwe dewam dike: "Ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê ti tiştek ji bo keç û jinên Êzîdî nekirine."

Serokê PADÊ Şêx Qehtan îşaret bi rêxistinbûyîna xelkê Şengalê ya piştî hewldana qirkirinê kir ûş got, "Gelê Şengalê xwe bi rêkistin kiriye, partî û saziyên xwe damezrandine. Hêzên parastina Şengalê ava kirine. Li gorî me pêwîste Hikûmeta Iraqê di budceya giştî ya sala 2017'an weke Parêzgeheke Iraqê danûstandinê li gel Şengalê bike." 


 ŞENGAL