Boykot li Başûr berfireh dibe. Şengalî jî beşdarî pêngavê dibin û dibêjin, ew têra xwe hene û ne hewceyî malê Tirkî yan jî biyanî ne.
Li Hewlêrê jî heta niha 18 hezar belavok ji bo boykotê hatine belavkirin û Tîma Pêngavê da zanîn ku ew xwe ji çalakiyên nû re amade dikin.
Li Şengalê pêngava boykotkirina malên Tirk destpêkir. Têkildarî kampanyaya boykotê li gund û bajarokên Şengalê belavok hatin belavkirin û bang li welatiyan hemûyan hat kirin ku kel û pelên Tirk nekirrin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê di 7’ê Mijdarê de civînek lidarxistibû û biryara boykotkirina malên Tirk girtibû. Her wiha ji bo agahdarkirina gel li Şengalê jî komîteyek hatibû avakirin.
Piştî hefteyekê ku xebat hatin meşandin di 13’ê Mijdarê de pêngava boykotkirina malên Tirk li Şengalê û her wiha li bajarokên Sinûnê, Xanesorê û hinek gundan hat destpêkirin. Der barê mijarê de belavkirina belavokan jî li gund û bajarokên Şengalê dewam dike. Di belavokan de bang li welatiyan tê kirin ku malên Tirkî nekirrin û girîngiyê bidin malên xwemalî.
Giringiyê bidin xwemalî
Têkildarî mijarê Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas wiha axivî got; “Kirrîna malên Tirkî piştgiriya ji bo dagirkeriyê ye.” Xwedêda bang li welatiyên Şengalê hemûyan kir ku malên Tirk boykot bikin û nekirrin.”
Welatiyê bi navê Omer Mirad jî wiha got; “Li şûna tiştên biyanî divê em girîngiyê bidin tiştên xwemalî. Li Şengalê her tiştê me heye ku em karibin pê debara xwe bikin.”
Li Hewlêrê 18 hezar belavok
Berpirsê Tîma Gerok a Pêngava Boykotkirina male Tirkî ya li Hewlêrê Rêbaz Faruq eşkere kir ku ji destpêka pêngavê ve 18 hezar belavok li ser boykotê belav kirine û xelk bi germî pêşwaziya boykotê dikin. Herwiha Faruq diyar kir ku ji ber bandora boykotê firotina berhemên şîrketa Altun ji sedê 40 kêm bûye.
Faruq got, “Di paşerojê de em ê çalakiyan bikin. Bi taybet li dijî rêzefilmên ku destê xwe xistine nava jiyan û malbatê. Herwiha li gel hunermendan dest bi pêngav û zextên li ser Wezareta Rewşenbîrî bikin ku bi temamî rêzefilmên Tirkî rawestînin.”
ROJNEWS/ŞENGAL/HEWLÊR