Êzîdî Cejna Qurbanê pîroz dike, belê ne li gorî salnameya hicrî. Belê îsal jî cejna Qurbanê ya di ol û baweriya gelê Êzîdî de û ya Misilmanan rastî hev hatin.

Serê sibehê dayik, bav, xwîşk, bira, zarok, hevrêyên cangoriyên azadiyê û şervanên YBŞ/YJŞ’ê serdana goristana pakrewanan a Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kir. Dayikan şekir belav kirin. Yek bi yek kêlên şehîdan hembêz kirin, her dayikê ber serê şehîdekê dua xwend.

Şervanên YBŞ/YJŞ’ê jî di roja cejnê de li ber kêlên hevrêyên xwe soza têkoşînê dubare kirin. Dayikên Şengalê jî cejn li xelkê pîroz kir û hêviya xwe ya rizgarkirina keç û jinên Êzîdî îfade kir. 


 ŞENGAL