Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, 11'ê Nîsanê li bajarokê Dihêle yê Duhokê, hin welatî û pêşmergeyên Êzîdî li hev civandibûn û ji wan xwestibû ku zextê li PKK'ê bikin ji bo ku ji Şengalê derkeve. Civaka Êzîdî ya li Şengalê nerazîbûneke tund nîşanî vê nêzîkatiya Barzanî da û destnîşan kir, ku nabe PKK ji Şengalê derkeve.
Welatiya bi navê Hediye li ser mijarê got, "Em naxwazin PKK ji Şengalê derkeve. Ji ber ku gelekî alikariya me kir. Heya niha jî rê li ser me girtiye û PKK ji bo me hemû pêdiviyên rojane tîne. Em dixwazin PKK li cem me bimîne. Eger ne PKK bûya wê îro kesekî Êzidî li Şengalê nejiya. Em qebûl nakin kesek li ser PKK’ê biaxive. PKK'ê ji bo me bi dehan şehîd dan."
Welatiyê Şengalê Xelîl Nayîf jî nerazîbûn nîşanî PDK’ê da û diyar kir ku YBŞ'ê karekî mirovane kiriye û heya vê kêliyê jî ti zerara wan negihiştiye civaka li Şengalê. Nayîf wiha pêde çû: "Kesê ku em rizgarkirî, em parastî û alikariya me kirî, em bi dil û can li gel wan in. Em bi ti awayî naxwazin PKK derkeve. Ew nebin em jî tine ne. Eger PKK derkeve em ê jî derkevin."
'Em çawa parazvanên xwe bikin der'
Welatiyê bi navê Elî Şemo Derwêş wiha peyivî: "Beriya xwarinê, av û hemû pêwistiyên jiyanî, sedî sed gelê niha li Şengalê dixwaze kesên ku hevkarê komkujiya 3’ê Tebaxê ne werin dadgehkirin. Ew kesên xayîntî li me kirin û bazdan eger hatin dadgehkirin, wê demê wê dilê me Êzidiyan xweş be."
Derwêş bi hêrseke mezin nerazîbûn nîşanî gotinên 'Bila YBŞ derkeve' da û got, "Eger zarokên min bipirsin û bêjin, 'bavo ew kesên xwarin danî û parastina me dikir çima êdî nayên mala me?', ez ê çawa bêjin zarokên xwe me ew bi destê xwe derxistine."
Derwêş herî dawî diyar kir ku ew kesê ji Şengalê reviyan û piştre bi yek telefonê careke din hati vegerandin, ew ê heta mirinê jî baweriyê bi wan neyîne.
EZED ÎSMET - NÛHAT ŞEYBO/ROJNEWS/ŞENGAL