ÎBRAHÎM ÊZIDΠ / ROJNEWS/ŞENGAL

Êzidiyên ji ber zilma DAIŞ´ê koçber bibûn dest bi vegera warê xwe kirin. Heta niha 70 hezar welatî vegeriyane Şengal û derdora wê. Çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê  komkujî pêk anî. Bi rizgarkirina herêmê re hêzên YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxanê dest bi paqijkirina bermahiyên teqemeniyên çeteyan kirin û ewlehiya herêmê pêk anîn. Ji bilî navenda Şengal, bajaroka Xanesor, Sununê, komelgehên Borik, Dugurê, Duhlo û gelek gundên din hatine paqijkirin û ewlekariya wan hatiye pêkanîn.

Nahêlin tiştên xwe bixwe bînin

Piştî ku ewlekariya van herêman pêk hat, welatiyên koçber dest bi vegera warê xwe kirin. Bi taybetî koçberên ku li kampên Dihok, Zaxo û Hewlêrê bi cîh bûne vedigerin. Lê di dema vegera wan de jî hin astengî derdikevin. Li gorî agahiyên ku malbatên vegeriyan dane, dema ji kampan derdikevin, rayedarên kampan nahêlin ku malbat tiştên xwe bixwe re bînin. Endamên malbatan destnîşan kirin ku hîn gelek mirovên wan di kampan de mane û dixwazin vegerin, dibe ku ji bo wan jî astengî bê derxistin, lewma nexwestin navên xwe bidin biaxivin.

Meclîs pêdiviyan pêşwazî dike

Bi vegera malbatan re, Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel, ket nava tevgerê. Wekî destpêkê rêveberî pêdiviyên av û ceyranê tedarik dike û ji bo debarê pêdiviyên sereke dide. Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Pîr Haşim têkildarî mijarê peyivî û got: “Em hewl didin ku xizmeta gelê xwe bikin. Ev malbat piştî 5 salan vegeriyan Şengalê. Lê dema ji kampê hatine rayedarên wê derê nehiştine alavên xwe bi xwe re bînin. Me jî wek meclîsê li gorî derfetên xwe destek da malbatê.