
´Hêza mezin tifaq e´
Yek ji gundiyên xaka xwe ji êrîşên gengaz ên çeteyê DAIŞ'ê diparêz e da xuyakirin ku roj roja azadiyê ye û nêrîna xwe bi vî rengî parve kir: "Weke ku hûn jî dizanin, dibêjin 'Mirina li nav şer xweştir e ji mirina li ber derî'. Em îro hatine nehêlin kes tecawizî ax û erdê me bike. Weke ku hûn dibînin Pêşmerge jî hene û PKK jî daxwazê dike ku parastina sînorê xwe bike. Û girîng e PKK bê vê derê parastina me bike. Ez dengê xwe digihînim Kurdistanê, Kurdistan hemû yek e. Û çeka herî bi hêz a di nava me de tifaq e. Eger Kurdistan tifaq be kes nikare tecawîz axa me bike û înşalleh em ê her dem tifaq bin. Daxwaza me ji hemû Kurdan ewe ku mîna vê derê parastina sînorê xwe bike."
´Bila gerîla me biparêze´
Gundiyekî din ê Şengalî yê nobedar jî destnîşan kir ku ew bi hebûna xwe ya li vê derê re nîşan didin ku gel bi têra xwe heye û ev bang li hêzên Kurdistanî kir: "Em dixwazin hêzên pêşmerge û hêzên PKK'ê bi hev re xaka me biparêz e, ku Kurdên me neyên kuştin û rastî komkujiyan neyên. Eger li her çar parçeyên Kurdistanê em dest bidin hev, em tifaqê bikin wê kes nikaribe me têk bibe." Gundiyan ragihandin ku ewê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, welatê xwe ji çeteyan biparêzin û bi şev û roj ewê ji cih û warên xwe re xizmetê bikin.
XEYRÎ KIZILER/ŞENGAL
Êzîdî vedigerin welêt
Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) di çarçoveya rêxistinbûyîna civaka Êzidî de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê civînek lidar xist. Di civîna bi beşdariya 30 Êzidiyên ji Wêranşar û derdora wê de, Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan Dr. Leyla Ferman û Hevserokê Mala Êzidiyan a bajarê Elmanya Celleyê Dewrêş Dûran amade bûn. Di civîna ku Şaredariya Wêranşarê ya DBP'yî jê re mêvandarî kir de, li ser têkiliyên civaka Êzidiyan a bi Şaredariyê re axaftin hatin kirin û pêşniyar hatin ziman. Hevseroka FKÊ Dr. Ferman û Hevserokê Mala Êzidiyan a Celleyê di axaftina xwe de girîngiya rêxistinbûyîna civaka Êzidî destnîşan kirin û anîn ziman ku wê di demeke nêz de Komîteya Êzidiyan a Wêranşarê bê avakirin. Komîte wê di dema pêş de bi Federasyona Komeleyên Êzidiyan re bixebite û hewl bidin bi hev re pirsgirêkên li herêmê çareser bikin. Di çarçoveya rêxistinbûyîna Êzidiyên li herêmê de weke projeya yekemîn wê Mala Êzidiyan li Wêranşarê bê avakirin. Şaredariya Wêranşarê jî di civînê de destnîşan kir ku ewê piştgiriyê bidin vê projeyê.
RIHA
Ji jinên Êzîdî çalakî
Jinên Êzidî yên li Almanyayê dijîn li dijî êrişên DAIŞ´ê dest bi çalakiyan dikin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ´ê yên li dijî Kobanê û Şengalê, jinên Êzidî yên li bajarê Elmanya Celle û derdora wê dijîn, wê bi pêşengiya Meclîsa Jinên Êzidî li Elmanyayê, di 1'ê Tebaxê roja Înê de li bajarê Elmanya Hannoverê çalakiyekê lidar bixin. Çalakiya ku wê bi dirûşma "Şengal û Kobanê ne bi tenê ne, em hemû li pişta Şengal û Kobanê ne" bê lidarxistin, wê saet di 17'an de li Ernst-August-Platzê li ber Stasyona Navendî ya Trenê pêk bê. Bi vê armancê Meclîsa Jinên Êzidî li Elmanyayê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû jin û ciwanan, hemû pêkhateyên cuda û komên olî kir ku ji bo destekkirina berxwedana Şengal û Kobanê, beşdarî çalakiyê bibin.
HANNOVER