Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de dewam dike. Çalakvanan li ser sînor kon vedane û dibêjin heta ku korîdor neyê vekirin ewê çalakiya xwe dewam bikin.Doh girseya gel barîkatên leşkerî şikandin û derbazî sînorê Rojavayê Kurdistanê bûn. Şandek li ser navê gel bi rayedarên deriyê sînor re civiyan. Gel daxwazên xwe radestî rayedarên Iraqê kirin. Rayedarên Iraqî jî diyarkirin ku ewê daxwazên wan bibin cihên peywendîdar.
Soz dan lê pêk neanîn
Hêjayê gotinê ye 15’ê Kanûna 2018’an Korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund yên gelên Şengalê hikûmet neçar ma bû ku bi awayeke fiîlî veke û soz dabûn Şengaliyan ku wê vekirî bihêlin. Lê piştî demekî şûnde careke din korîdor bi temamî li ser Şengaliyan de hate girtin.
ROJNEWS/ŞENGAL