Çeteyan destpêkê bi hewanan êrîşî gundê Guhbel ê 15 kîlometre li bakurê Şengalê kirin, ku tevahiya şêniyên wê Kurdên Êzîdî ne. Çeteyên DAIŞ'ê piştî topbaranê ketin nava baxçeyên gundiyan û bi teqemeniya TNT'ê û motora gundiyan bi hewa xistin. Li ser vê yekê gelê herêmê rahişt çekan û bi ser çeteyan ve çû. Li ser vê berxwedana gundiyan û kêm be jî alîkariya pêşmergeyan, bêyî pevçûnek biqewime çete neçar man xwe vekişînin. Gundî ji ANF'ê re axivîn û diyar dikin ku hêzên pêşmergeyan parastineke ciddî nakin û ji ber vê yekê ew neçarin bi xwe li ber bexçeyên xwe nobedê bigirin. Gundiyên Guhbelê bal kişandin ser daxuyaniya Endamê Komîteya Rêveber a KCK´ê Mûrat Karayilan û ji PDK'ê xwestin ku rê bidin gerîlayên PKK'ê ji bo herêma wan biparêzin. Karayilan piştî ku DAIŞ'ê Mûsil xist destê xwe di hevpeyvîneke xwe ya li gel ANF'ê re diyar kiribû ku ew amade ne Şengal û Kerkûkê biparêzin û bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kiribû.

XEYRÎ KIZILER/ŞENGAL