Bizinek û du karikên wê li gundekî, li mala xwe dimînin. Navê karikên wê Şengê û Pengê ye.
Şengê û Pengê du karikên pirr şîrîn in û ew her dilîzin. Lewma jî pirr diwestin û tî û birçî dibin. Dayika wan jî destûrê dide wan ku ji guhanan şîr bimijin.
Ji ber ku havîn e û li gund zêde giya nîne, bizin êdî divê biçe zozanan. Bizin ji Şengê û Pengê re dibêje:
“Şenga min, Penga min; ez diçim zozanan, li wir ez diçêrim, giya dixwim. Da ku şîrê min pirr bibe, guhanên min tijî şîr bibin. Paşê ez vedigerim û hûn jî şîr dimijin.”
Şengê û Pengê dixwazin dayika wan zû li wan vegere. Dayika wan jî şîretan li wan dike:
“Şenga min, Penga min, dema ez diçim zozanan, hûn derî ji ti kesî re venekin! Bi tenê dema ez vedigerim, derî li min vekin. Ji bo hûn zanibin ku ez im jî, ez dibêjim:
Şenga min, Penga min
Dayik çûye zozanan
xwariye gul û giyanan
Şîr ketiye guhanan
Derî ji min re vekin.
Dayik ji Şengê û Pengê xatirê xwe dixwaze. Şengê û Pengê jî deriyê malê kilît dikin û li benda vegera dayika xwe dimînin.
Lê belê gur, li pişta mala wan e û li wan dihisîne. Ji xwe re dibêje:
“He, he, he … Ez Şengê û Pengê dixapînim niha. Ez wan dibim mala xwe.”
Şengê û Pengê li hundurê mala xwe bi çavmiçînkê dilîzin. Wê kêliyê, kesek li derî dixe; “teq, teq, teq.” Şengê û Pengê dipirsin, “Ew kî ye”?
Gur dibêje:
Şenga min Penga min
Dayik çûye zozanan
Xwariye gul û giyanan
Şîr ketiye guhanan
Derî ji min re vekin
Şengê û Pengê dibêjin: “Na, na tu ne diya me yî, dengê diya me zirav e.”
Hêrsa gurî radibe. Diçe cem nikarvanî û jê dixwaze ku gêçê bide wî. Piştî ku gêçê dixwe, dengê wî zirav dibe. Gur dîsa tê mala Şengê û Pengê û li derî dixe; “teq, teq, teq.” Şengê û Pengê dipirsin, “Ew kî ye”?
Gur dibêje:
Şenga min Penga min
Dayik çûye zozanan
Xwariye gul û giyanan
Şîr ketiye guhanan
Derî ji min re vekin
Şengê û Pengê di bin derî re dibînin ku lingê gurî reş in. Dibêjin: “Na, na tu ne diya me yî, lingê diya me spî ye.”
Hêrsa gurî radibe. Bi lez diçe cem nanpêjî. Jê ard distîne û bi êrd ling û piyên xwe spî dike. Gur dîsa tê mala Şengê û Pengê û li derî dixe; “teq, teq, teq.” Şengê û Pengê dipirsin, “Ew kî ye”?
Gur dibêje:
Şenga min Penga min
Dayik çûye zozanan
Xwariye gul û giyanan
Şîr ketiye guhanan
Derî ji min re vekin.
Şengê û Pengê bawer dikin ku gur dayika wan e û derî lê vedikin. Gur jî bi zorê wan ji mala wan derdixe û dibe mala xwe. Şengê û Pengê naxwazin, lê bi gur nikarin û neçar diçin mala wî.
Dema bizin ji zozanan vedigere, dibîne ku deriyê wê li piştê vekirî ye. Dibêje: “Weleh, gur e yê ku Şenga min û Penga min birî.”
Bizin berê xwe dide mala gurî û diçe ser banê wî. Dest pê dike û xwe hildide. Dike ku toz û ax bi ser serê gurî de were xwarê. Gur dipirse:
Ew kî ye li ser banê min rim rim dike?
Ew kî ye li ser banê min gum gum dike?
Bizin lê vedigerîne:
Ez im li ser banê te rim rim dikim
Ez im li ser banê te gum gum dikim
Te biriye Şenga min,
Te biriye Penga min.
Gur dibêje:
“Na, min nebiriiye Şenga te, min nebiriye Penga te.”
Piştî ku li hev nakin diçin cem qazî. Qazî guh dide herduyan û dibîne ku lingên gurî bi ard in. Qazî dibêje:
Gur biriye Şeng û Penga bizinê. Hem Şeng û Pengê li wan vegerîne û hem jî bizin te bi poşekî ceza dike.
Bizin bi qiloçên xwe poşekê li gurî dixe û ji mala gurî jî Şengê û Pengê jî tîne der.
Gotinên min li dar û deviyan, rehmet li dê û bavê we hemûyan.
* Ev çîrok ji bo ku li gorî zarokên piçûk be ji aliyê Luqman Guldivê ve hatiye guhertin. Peyv û kirinên şidetê jê hatine derxistin û dema wê jî hatiye hêsankirin. Ji ber wê jî adaptasyoneke û ne variyanteke eslî ya çîrokê ye.