Piştî belavbûna islamiyetê ji ber îstîlayên di sedsala 8’emîn de hatin jiyîn ev cih hatin terkirin û ji wê rojê û şûnde kes li wir najî. Ev cihên hatin terkirin, piştî hezar salî şûnde ji mirovahiyê re malovaniyê dike. Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi hezaran kesên neçar man malên xwe terk bikin, li van cihên dîrokî yên di navbera Îdlîb û Halebê de dimîne de bi cih bûne.
Ebu Xalid yê li goristanê dijî ji ekîba radyoya NPR re axivî û got: “Mirov îro dijîn, ji miriyan, bi xoftirkirin.”
Malbata Ebu Halîd li bajarekî miriyan li gorên şikeftê dijîn. Xalîd û malbata xwe piştî bombebarankirina artêşa Esad, destpêkê çûne cem xizmên xwe yên li bajarokekê û piştî ew der jî hatiye bombebarankirin, çûne Îdlîbê û ji wir jî çûne vê şikeftê. Bi malbata Xalîd re nêzî 40 malbatên din jî li van şikeftan dijîn.
Bajarê dîrokî Palmyra ji ber pevçûnên dijwar ev demek kes xwe nagihînê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hemû mozaîkên wê hatine dizîn û ji ser sînorên Tirkiye û Lubnanê hatine revandin û bazara wan hatiye kirin. Li gorî Emma Cunlîffe yê ji zanîngeha Durnham, bajarên mirî di dîroka cîhanê de warê ku herî baş hatiye parastinê ye. Cunlîffe balkişand ser xeteraya ku ev mîrateya dîrokî bê tunekirinê û got wan bihistiye ku penberên li wir dijîn berhemên wir difroşin û jiyana xwe didomînin.
Li gorî agahiyên Cunlîffe, tabuteke Serdema Bronz ya li herêmê bû ji 400 hezar dolarî muşterî dîtiye.
Fikara herî mezin ya dîroknasan ev e. Fikara wan eve ku ev mîrateya dîrokî ji ber şer û talanê tune bibe.
HELEP