Navenda Çapemenî- Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya di 19’ê Hezîranê de li Colemêrgê pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyê de 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê wiha got: “Di 19'ê Hezîranê de di navbera saetên 04.00-20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di derbarê şahadeta gerîlayên me de hejmara 15 hatibû dayîn. Li gor agahiyên dawî me zelal kir ku şahadeta rêhevalên me 14 ne. Pevçûnên di 19'ê Hezîranê de destpêkirine hîn jî li çiyayên Cîlo û Çarçelayan cîh bi cîh berdewam dikin.” HPG’ê, di daxuyaniya roja çarşemê da de ragihadibû ku di çalakiyê de 109 leşker hatine kuştin, nêzî 100 leşker birîndar bûne û 4 helîkopterên skorsky hatine xistin. Balefirên artêşa Tirk careke din sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û li asîmanên Herêmên Parastinê yên Medya yên di bin kontrola gerîlayan de digerin. Li gorî çavkaniyên herêmî, balefirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Garê û derdora navçeya Şêladizê geriyan û piştre li ser Çemço û Zapê re firiyan.

Li Şemzînan û Geverê bombebaran
Ji tabûrên Diravan û Giraneyê yên girêdayî bajarokê Rûbaroka ser bi Şemzînan Colemêrgê ve heya sibehê top hatin barandin. Li bejahiyên Geverê jî agahiyên şer tên, her wiha hat ragihandin ku, balefirên şer herêmên Sat û Gundî bombebaran dikin.
Bi rojane li Rûbarokê operasyon û cih cih jî pevçûn çêdibin, pêr bi şev jî heya sibehê top hatin avêtin. Pêr bi şev heya sibehê ji tabûrên Diravane û Giraneyê Herêmên Parastina Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de bi obîs û hewana hatin top baran kirin. Ji tabûran Çiyayê Guvendê, Kelît û xeta sînor ya 89 hatin topbaran kirin.
Hat hînbûn ku, ketin û derketinên Gundên Diravane, Rîzî û Kelît yên Rûbarokê hatin qedexekirin. Hat diyakirin ku, gundî 3 rojin li Şemzînan û Rûbarokê mane, nikarin biçin malên xwe. Her wiha ragihandina gundên hatine qedexekirin jî qut kirine.

Xeta sînor tên bombebarandin!
Ji tabûrên li Girane û Diravane ya girêdayî Bajaroka Rûbaroka Şemzînan a Colemêrgê ne heta sibê top hatin avêtin. Li Geverê jî ji serê sibê ve tevgera helîkopteran zêde bûn.
Li Herêma Rûbarok a ku bi rojan e operasyon û pevçûn lê diqewimin şeva din heta sibê top hatin avêtin. Şeva din ji seat 23.00 û pê ve ji tabûrên Girane û Diravaneyê .bi obus û topên hewanan xeta sînor tê bombebarandin. Ji tabûran top avêtin Çiyayê Govendê, Herêma Kelitê, sînora Herêma Kurdistana Federal û xeta sînor a 89'emîn. Hate zanîn ku ji ber ketin û derketina gundên Kelît, Rizî û Diravane ya girêdayî Bajaroka Rûbarokê hatiye qedexekirin, 3 roj e gundiyan nikarin herin malên xwe û ji bo vê li Rûbarok û Şemzînanê dimînin. Hate raginadin ku her wiha xetên ragihandinê ya gundan jî hatiye birîn.

Li Rûbarokê daristan şewitî
Hate angaştkirin ku herêma sêgoşeya Veregoz, Keper û Sergeran a Satê ku girêdayî Geverê ne pêvçûn derketiye. Hate gotin ku gelek leşker bi helîkopteran birine herêmê. Her wiha hate zanîn ku li gundên herêma Dostkî de dengên teqîn û çekan tê. Hate ragihandin ku balafirên şer herêma Sat û Gundî bombebaran kiriye. Ji serê sibê û pê ve helîkopteran çûne herêma tevger û pêvçûn didomin. Hate zanîn ku tevgerên ji hewa û bejahî didome.
Hat ragihandin ku ji tabûra gundê Diravaneya bi ser Rûbaroka Şemzînanê li dijî gundê Qelîtê topbaran pêk hat. Piştî topbaranê agir bi herêma daristanî ket. Agirê ku kesekî nekarî mûdaxale bike di demeke kurt de belavî qadeke berfireh kir. Hat hînbûn ku piştî topbaranê operasyoneke berfireh destpê kiriye. 

ANF/BEHDÎNAN