Li gundê Degirman, Boraz, Zerik, Talik, Cibilferec, derdora girê Zagros ên rojavayê Kobanê pevçûn di navbera Şervanên YPG ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî didome. Li gundê Korikê, Xanê û Aydanê jî şer didome. Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca welatiyên herêma Kobanê bitirsînin û koçber bikin, 3 fuzeyên Girad avêtin navenda Kantona Kobanê. 3 fuzeyên Girad ji başûrê Herêma Kobanê avêtin navenda bajarê Kobanê. Di encamê de tu ziyana can çênebû. Li gor agahiyan çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên herêmê bitirsînin û koçber bikin, şerê psîkolojî dimeşînin. Navenda ragihandin û çepemeniyê ya YPG´ê navê du şervanên ku di 16-17´ê Îlon de li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest dan eşkerekir. Agahiyên derbarê van du şervanan de wiha ne: Ogur Yureklî bi navê kod Karker Pirsûs ji navçeya Licê ya Amedê ye û Omer Deniz bi navê kod Qesas Licê ji navçeya Licê ya Amedê ye.

 
Ji bo Kobanê seferberî

Di vê navberê de hikûmeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi hemû derfetên xwe yên leşkerî, xizmetguzarî, lojîstîk û aborî ji bo xizmeta herêma Kobanê dikevin nava serferberiyê. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd hate kirin ku ji bo berxwedana li dijî êrîşên çeteyan destên xwe bidin hev. Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Xweser a Cizîrê wiha ye: Herêma Kobanê bi rojane ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî êrîşên hov tê. Çete di êrîşên xwe de çekên curbecur û yên giran bi kar tînin. Ev êrîşên çeteyan xaleke nû ji planên hêzên tarî li dijî her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Ev plan ji aliyê hin hêzên eşkere û veşartî ve ku piştgiriya çeteyan a siyasî û çapemenî dikin, hatiye amadekirin.”

´Wê ecamên wê giran be´

Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş destnîşan kir ku pêkhatina “herêma tampon” a di rojeva hikûmeta Tirk de ye, ne tenê ji bo gelê Kurd wê ji bo tevahiya gelên herêmê encamên giran bi xwe re bîne û got, “Divê dewleta Tirk hikûmeta xwe ya li Rojhilata Navîn bi hikûmeta nû re di ber çavan re derbas bike.” Aktaş bibîr xist ku DAIŞ rêxistineke ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê fînanse û destekkirin û bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo van çeteyan. Aktaş wiha axivî: “Li gorî agahiyan trenên ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî Rojava dibin, li cihên stasyon lê tineye disekinîn û çek û alavên leşkerî ji DAIŞ’ê danîn.” Aktaş herî dawî bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê û destnîşan kir ku her kes bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ye û banga xwedîderketina li vê berxwedanê kir.

Li Wanê meş
Ji bo piştevaniya bi gelê Kobanê re li bakurê Kurdistanê çalakî zêde dibin. Bi vê armancê li bajarê Wanê bi hezaran kes êrîşên çeteyên DAIŞ’ê protesto kirin û piştgiriya xwe ya ji bo Kobanê nîşan dan. Dikandarên Pirsûsê, ji bo cenazeyên du şervanên YPG’ê yên ji Kobanê bên û cenazeyê şervanekî YPG’ê yê ji Kobanê re bê şandin, derabeyê dikanên xwe venekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN