Rûsya, sala 2017’an di nav rêza hilberînerên çekan de piştî DYE’yê cihê xwe di rêza duyemîn de wergirt. Heta niha Ingilîstan di rêza duyemîn de bû.

Înstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (Sîprî), rapora we ya li ser biçekbûnê ya sala 2017’an eşkere kir.

Lêkolînerê Sîprî, Siemon Wezeman daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Şîrketên Rûs ji sala 2011’an û vir ve di firotina çekan de mezin dibin.” Endustriya çekan a Rûs li gorî sala 2016’an bi rêjeya 8.5 ji sedî mezin bû û 37.7 milyar dolar kar kir. Ew ji sedî 9.5´ê sîlehên dinyayê hildiberîne.

Dema ku mirov bala xwe dide ser detayên raporê, dibîne ku şirketên Emerîkayê bi tena serê xwe 57 ji sedî yê bazara çekan temsîl dikin. Ji sala 2002’an ve şirketên çekan ên Ingilîz di rêza duyemîn de bûn. Niha jî bi rêjeya 9 ji sedî daketin rêza sêyemîn. Fransa di nava bazara çekan de bi rêjeya 5.4 ji sedî cihê xwe di rêza çaremîn de girt.

 

STOCKHOLM