Dengbêjên Êlihê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk rûreş kir û banga rawestandina êrişan kir. Dengbêjan di heman demê de got, dema a yekîtiya neteweyî ya Kurd e û xwest aliyên Kurd tifaqa xwe pêk bînin.

Dengbêjan jî nerazîbûnên xwe yên ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û bang li hunermendan kir ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Derhênera belgefilma  ‘Hoste, mirin li kîjan aliyî ye’ Gul Buyukbeşe jî got, dewleta Tirk desterkê dide DAIŞ´ê û yekane sedema wê jî ew e ku şer li dijî hebûna Kurdan dike.

Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 11’an de ne. Li Êlihê, dengbêjan nerazîbûnên xwe ya ji van êrişên armanca wan qirkirina Kurdan e, îfade kir.

   

Berdevkê Mala Dengbêjan a Navenda Çandê ya Biharê Hozan Hadî, destnîşan kir ku berpirsiyarê mirina sivîlan, ew aliyên siyasî ne ku îmze danîne bin destûra êrişên qirkirinê bi xwe ne û wî daxuyaniyên ji bo gurkirina şerî şermezar kirin. Hozan Hadî got, ji bo xwîn bê sekinandin divê her kes zend û bendan vemale: “Em van kirinan qebûl nakin.” Hozan Hadî wekî din ji bo pêşî li van êrişan bê girtin îşaret bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî kir û xwest aliyên Kurd yekîtiya neteweyçî misoger bikin.

Zarokan dikujin 

   

Dengbêj Ezîzê Koçer jî ji bo yekîtiyê bang li gelê Kurd kir. Koçer, destnîşan kir ku kesên xwedî wijdan şer naxwazin û got, “Ma kî dixwaze mirov bimirin? Ma kî dixwaze mirov di bin tankan de bieciqin. Dibêjin ‘Kaniya Aştiyê’. Na bi vî awayî aştî çênabe. Ma gava zarok tên kuştin aştî mumkin e?”

   

Dengbêj Ehmedê Xî jî got, “Divê hemû hunermend û dengbêj li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin.”

Dixwazin Kurdan qir bikin

Derhênera Belgefîlm a bi navê ‘Hoste, mirin li kîjan aliyî ye’ Gul Buyukbeşe bi belgefilma xwe behsa 4 komkujiyên DAIŞ’ê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiribû. Wê got, “Em ji ber xwe nabêjin. Tirkiye di polîtîkaya Sûriyê de bi DAIŞ’ê re dide û distîne.”

Gulê diyar kir ku ew di heman demê de şahidê komkujiya Enqereyê ye û got, ti kesî piştî vê komkujiyê jiyana xwe weke berê dewam nekir.

Gulê got, hêrsa ku li dijî komkujiyê heye, her tiştî zindî dihêle: “Ez bi rewşekê re rûbirû bûm ku belgefilmçêkereke muxalif nikare berê xwe jê bizivirîne. Ji ber vê min xwe berpirsyar dît. Her wiha di destên me de daneyên cidî hebûn. Dîmenên polîsan îdîaname. Me di belgefilmê de kêm bi kar anîn.”

Gulê di dewamê de destnîşan kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê hemû elaqedarî Kurdan e û got, “Em dizanin ku dixwazin bingeha demografîk biguherin. Hemû meseleya wan hebûna Kurdan a li wir e.” 

 

 ÊLIH/IZMÎR