
Felsefeya aştiyê ya Ocalan
KJK destnîşan kir ku ev şerê rast ê aştiyê yê îro jî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve li Îmraliyê tê dayîn û got: "Li gel hewldanên Rêber Apo, artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî û her wiha di bin navê ewlehiyê xwezayê talan û wêran dike. Li dijî hewldanên aştiyê bi amadekariyên şer bersivê didin. Têkoşîna bi heybet a Rêber Apo ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyek rûmet dimeşîne, divê tenê ji bo bidawîkirina pevçûnê û şer neyê nirxandin û ev kêm dimîne. Her wiha Rêber Apo li Îmraliyê di nava şert û mercên tecrî dê de felsefeyeke aştiyê ya nû afirandiye. Pergala çareseriya aştiyê bi têgehên felsefîk, sosyolojîk, siyasî, çandî û aborî tijî kiriye. Ji bilî vê xebata aştiyê nirxandina tiştekî din ne mimkun e. Ji ber vê yekê di navbera aştiya li Kurdistan û Tirkiyeyê û azadiya Rêber Apo de têkiliyek diyalektîk heye. Heta Rêber Apo azad nebe, aştî ne pêkan e."
Divê jin serî hildin
Kordînasyona KJK´ê destnîşankir ku prgala modernîteya kapîtalîst a ku bi krîzan îdare dike, herî zêde jinan ji aştiyê bêpar dihêle, li her derê cîhanê şer li dijî jinan tê meşandin. Daxuyanî wiha bidawî bû: "Em vê qirkirinê di civakên Rojava de bi awayekî herî berbiçav di şexsê DAIŞ’ê de dibînin. Ji bo ku ji qirkirina jinê re bêjin êdî bes e divê têkoşîna azadiyê bê bilindkirin. Her wiha azadiya jinê û aştiya rast hewcedariya wan bi hev heye. Yek tunebe ya din ne mimkun e. Ji ber vê sedemê de di serî de Tevgera Azadiya Kurd, hemû jinên Kurd divê têkoşîneke aktîf bimeşînin. Dema mirov rastiya ku bizanin navenda şerê sêyemîn ê cîhanê Kurdistan e, divê hewldanên Rêber Apo yên li Îmraliyê baş bên fêmkirin.Ji ber vê divê xeta çareserî û aştiyê ya Rêber Apo piştgiriyê bibîne. Ji ber vê jinên Kurd divê azadiya Rêber Apo esas bigirin û heta ku ev berxwedana me encam bigire têkoşîn bê pêşxistin. Em di serî de bang li jinên Kurd û hemû jinên cîhanê û Rojhilata Navîn dikin ku têkoşîna aştiyê ya li dijî şerê sêyemîn yê cîhanê pêş bixin.”
NAVENDA NÛÇEYAN