“DAÎŞ ku 5 salin li dijî hemû cîhanê gefan dixwe êdî xelîfetiya wê bi dawî bû. Ji bo em DAIŞ‘ê di milê bîrdozî û hişmendiyê de bi temamî xelas bikin me stratejiyên nû diyar kir. Ev stratejî wê li ser du pêngavan pêk bê.”

NAZIM DAŞTAN / MA/DÊRA ZOR  

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir, piştî şerê li dijî Baxozê biqede wê demê wê şerê eskerî yê li dijî DAIŞ’ê jî diqede û got: “Lê nayê wê wateyê DAÎŞ di milê eskerî de xwe bi rêxistin nake.”

Mazlûm Ebdî derbarê pengava dawî a Bagera Cizîrê de axivî. Mazlûm Ebdî îşaret bi qedandina DAIŞ‘ê kir û got: “Ji bo em DAIŞ’ê di milê bîrdozî û hişmendiyê de bi temamî xelas bikin me stratejiyên nû diyar kir.” Mazlûm Ebdî li ser bi temamî qedandina DAIŞ‘ê wiha peyivî:”DAÎŞ ku 5 salin li dijî hemû cîhanê gefan dixwe êdî xelîfetiya wê bi dawî bû. Stratejiya me wê li ser du pêngavan pêk bê. Pêngava yekem wê li dijî xeta fikrî ya DAÎŞ’ê pêş bikeve. li Herêma Bakur û Rojhilat a Sûriye bi hezaran dildarên DAÎŞ‘ê hene. Li gorî pergala hucre li herêmê belav bûne. Li qada hewzeya Firatê, çemê Xabûrê û sînorê Irak û Suriye hêj çalakiyan pêk tînin û êrişî gel dikin. Li gorî vê yekê em ê operesyonên ewlehiyê yên berfireh pêk bînin. Ev yek wê gav bi gav pêk bê. Emê van operasyonan bi koalîsyonê re pêk bînin. Wekî bere wê hemû hêzên me di van operasyonan de cih negire.”

 

Bi Kobanê dest pê nekir û bi dawî nebû

Ebdî, bal kişand ser pêngava duyemîn a bi fikr û bîrdoziya DAIŞ’ê re û wiha lê zêde kir: “DAÎŞ‘ê li vê qadê bingehek civakî jî ava kir. Kesên ketin bin bandora fikr û bîrdoziya DAIŞ‘ê jî hene.  Pêngava duyemîn wê di milê bîrdozî û fikrî de pêş bikeve. Şerê me yê li dijî DAIŞ‘ê bi Kobanê dest pê nekir û bi dawî nebû. Beriya wê jî û piştî wê jî heye. DAÎŞ’ê bi berfirehî êrişî Kurdan kir. Li Bakurê Kurdistanê êrişî Şengalê kir. Êrişî gelê Maxmurê kirin. Êrişî Kobanê kirin. Me li dijî wan şerê parastinê pêş xist. Şerê me ji bo parastina hemû mirovahiyê pêş ket. Tu kesî newêrîbû li dijî DAİŞ’ê şer bike, lê me li dijî DAIŞ’ê şer kir.”

DAIŞ û Tirkiye hevpar bû

Mazlum Ebdî, bal îşaret bi şerê li Kobanê û polîtîkayên dewleta Tirk kir û got: “Tirkiye hêvî dikir ku Kobanê bikeve. DAÎŞ diaojot ser me. Wê demê têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê pir baş bûn. hemû deriyên xwe yên sînor vekiribûn. Bazirganiya bi DAIŞ’ê re dikir. Ger ku DAÎŞ li Kobanê bi ser ketibûya wê herêma Cizîrê jî Stendibûya. Dê piştre Efrîn û Ezaz stendibûya. Lê ev plana wê pêk nehat. Ev plana Tirkiye û DAIŞ’ê ya hevpar bû.”

Dewleta Tirk dagirker e

Ebdî, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê jî nirxand û got: “Piştî Tirkiye ket axa Sûriye tabloyek nû derket holê. Tirkiye cîranê Sûriye ye. Ketina Tirkiye ya Sûriye dagirkerî ye. Berê herêma Îskenderunê wisa dagir kiribûn. Niha jî dikevin kijan axê li wir xwe mayinde dikin û li wir bi cih dibin. Divê tu welatparêz û welatiyên Sûriye vê yekê qebûl nekin.”

Divê rejîm xwedî biryar bin

Mazlûm Ebdi, bal kişand ser herêma ‘Ewlehiyê” û got: “Ger ku aramiya herêmê bê mîsogerkirin û di serî de Tirkiye û hêzên derve êriş nekin û hêzên li herêmê bibin xwedî biryar, wê demê em dikarin Projeya Herêma Ewle qebûl bikin.

Em di vê mijarê de zelal in. Di çarçoveya me diyar kir de divê herêm ji tu êrişan re nevekirî be. Ev der parçeyek Sûriyeyê ye. Divê sûriyeyê xwedî biryar bin. Em carek din eşkere dikin ku bi vî şiklî deriyên me ji diyalog û têkiliyan re vekirî ye.”

Çareserî wê bi Şamê re be

Ebdî li ser hevdîtinên wan ên bi rejîma Sûriyeyê re jî wiha axivî: “Di vê mijarê de rêveberiya me ya siyasî nexşerêyek diyar kir. Hem ji hikumeta Şamê re û hem jî ji hêzên têkiliya wan bi rejîmê re hene ragihand. Hevdîtin dewam dikin. Em dixwazin li gel rejîma Sûriyeyê çareseriyek ava bikin. Şam paytexta Sûriyeyê ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek Sûriyeyê ye. Di dawiya dawî de çareserî wê bi Şamê re pêk were.

Me bi hezaran şehîd dan

8 sal in, me bi hezaran şehîd dan. Gelên me êşên mezin kişand. Kedek bêhempa hat dayîn. Tenê ne gelê Kurd hemû gelên herêmê ev ked da. Gelê Ereb ku bi me re dimeşe hene. Nîvê hêza me ya eskerî ji ereban pêk tê. Nîvî jî Kurd in û yên din jî gelên me yên din in. Siberoja herêmê wê ev gel diyar bikin.”