Li herêma Darnîsa Jor a Miksa Wanê, roja sêşemê aşût ketibû. Li gorî ‘daxuyaniyên fermî’ 40 kes mirine. Lê li gorî saloxên ji herêmê hatine wergirtin hejmara miriyan zêdetir e. Tê diyarkirin ku wesayîtên zirxî dema çûna herêmê aşût ji ber lerza ji wan çêbûye. Skandaleke din jî ew e ku ji dêvila komên taybet, cerdevanan mudaxeleya pêşîn kirine.
Destûr nayê dayîn ku saziyên sivîl ên civakî û heyetên HDP’ê biçin herêmê. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sariaç diyar kir ku rastî tê veşartin û got, “Dema em çûn herêma aşûtê, pêşiya me hate girtin. Hinek tişt ji raya giştî tên veşartin. Ev bûyer ne tiştekî normal e.”
KNK: Encama polîtîka dagirkeran e
Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber aşûta du rojên dawî li Wanê ket, daxuyaniyek weşand. KNK dibêje: “Miks herêmeke berfîn e. Divê rêveberî li gorî rewşa herêmê tedbîran bigire. Lê diyare tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Ev polîtkayeke dagirkeran e. Ew ji gel re xizmetê nakin, dixwazin gelê herêmê herdem di bin tehdîtan de be û ew herêm bê valakirin.”
Kongreya Civaka Demokratîk KCD jî cangoriyên aşûta Wanê bi bîr anîn, ji bo du rojan şîn îlan kir û banga hevgirtinê kir: “Em ji malbatên mirovên me yên ku ji ber aşûtê mirine, sersaxiyê û ji mirovên mirî re rahmet û sebrê dixwazin. Em hêvî dikin ku mirovên me yên birîndar jî di demeke nêz baş bibin.
Em dixwazin raya giştî hemû têkildarî aşûta li Miksa Wanê pêk hatiye bi hestiyarî tevbigere. Piştevaniya hev bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN