Li Toronto, Hannover, Freiburg, Strasboûrg û Valance AKP-DAIŞ hatin protestokirin. Girseyên gel bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, qetilkirina sivîlan û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin û xwestin Ocalan azad bibe.

Li bajarê Kanada Torontoyê, Komîsyona Ciwanan a Meclîsa Gel, welatiyên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Merasîma bîranînê bi beşdariya bi sedan kesan li kolana herî qelebalix a bajêr pêk hat. Di çalakiyê de find hatin pêxistin, wêneyên mirovên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û di axaftinên li vir de hat gotin, „Em çeteyên DAIŞ‘ê yên tecawizkar lanet dikin. Li ku dibe bila bibe divê em li hemberî komkujiyên bi vî rengî bisekinin.“

Li bajarê Elmanya Hannoverê, ciwanên Kurd komkujiya Şengalê û AKP şermezar kirin. Çalakiya li ber Stasyona Hannoverê bi beşdariya bi sedan kesan destpê kir, ji aliyê Ciwanên Azad, YXK û Rêxistina Ciwanên Êzidî ve hat organîzekirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de gotin, „AKP bi komkujiya li Pirsûs û Zergelê re, komkujiyên nû li dîroka xwe zêde kiriye. Weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, em ê li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin. Roj roja xwedîderketina li gel û xaka xwe ye. Êrîşên hewayî yên AKP’ê û tecrîda li ser Rêber Apo, sebra ciwanên Kurd êdî fûrandine. Em ê bi serhildanan bersivê bidin van helwestên AKP’ê.“

Di heman demê de Însiyatîfa Ciwanên Apoyî li Ewropayê, dest li standa destekvanên DAIŞ’ê werda. Ciwanan dirûşmên „Bijî Serok Apo“, „Selefî ji Kurdistanê bicehimin“ qîriyan û ev koma ciwanên li Ewropayê teşwîqî cîhadê dike, ji hev belav kirin.

Ji ber salvegera komkujiya Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê yên barbar ve hat kirin, duh li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakî hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê ve hat organîzekirin û tevî endamên ANTÎFA û Dîe Lînke nêzî 300 kes beşdar bûn. Girseya gel li ber avahiya dadgehê ya li Holmarktê civiya û ber bi navenda bajêr ve meşiya.

Li navenda bajêr li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku li Şengalê pêvajoya qirkirinê hînê dewam dike û balh at kişandin ser komkujiya sivîlan a li gundê Zergelê. Li dû daxuyaniyê girseya gel careke din li Holzmarktê vegeriya û li vê derê ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz girt. Piştî xwendina Sirûda Çerxa Şoreşê girseya gel belav bû.

Li bajarê Fransa Strasboûrgê li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi sedan kes bi dirûşmeya „Ji şer re na“ meşiyan. Girseya gel a li ber Konseya Ewropayê civiya, komkujiya li Pirsûsê, bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir.

DTKP, AKM, SKB, ATÎK, DÎDF, FÛAF, YDG, saziyên dostên Kurdan û nûnerên partiyên siyasî yên Fransayê jî destek dan çalakiyê.

Li dû meşa heta Meydana Place Kleber dewam kir, daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin ku dewletên cîhanê li hemberî êrîşên AKP’ê yên ku sivîlan qetil dike, bêdeng e û bi vî rengî hevkariyê ji van êrîşan re dikin. Hat destnîşankirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî AKP’ê bilind bikin.

Nûnerên saziyan gotin, „Em ê rê nedin AKP û Erdogan ku şer derxînin.“

Li bajarê Fransa Valance, komkujiya li Pirsûsê û polîtîka şer a AKP’ê hatin protestokirin. Çalakiya li Place de République la Mairie, tevî komeleya piştgiriya bi koçberan re Association de Solidarité avec toutes les immigrés (ASTI) û ji aliyê gelek komên anarşîst ve hat organîzekirin. Kurd û Navenda Çanda Elewiyan jî beşdar bûn û destek dan. Meş bi dirûşma „Em li Rojhilata Navîn DAIŞ’ê biqedînin, bi destekkirina gelan re aştî û demokrasiya rasteqîn bînin Rojhilata Navîn“ pêk hat. Di dema meşê de komeke faşîst a Tirk hewl da meşê provoke bike.   


 NAVENDA NÛÇEYAN