Berdariya baxçeyên sergirtî ango serayan, li Girkê Legê gihişt bi 41 ton zebzeyî nîşan da. Ev zebze li bazarên herêmê têne firotin.

Projeya baxçeyên zebzeyan ên sergirtî li herêma Girkê Legê, 11ʹê Çileyê 2014ʹan ji aliyê Navenda Bipêşxistina Aborî ya kantona Cizîrê ve hate vekirin. Di destpêka projeyê de 6 embar hatin çandin, paşê ev hatin zêdekirin û ji ber ku pêwîstiya herêmê bi zebzeyan heye, baxçe hate berfirehkirin û 51 embarên din hatin çêkirin, bi vê yekê, hejmara serayan gihişt 63´an.

Rêveberiya Baxçeyên sergirtî ji destpêka meha derbasbûyî ve dest bi çinîna zebzeyên wekî balîcan, fringî, xiyar û îsot/bîber kir. Her wiha heşînahiyên wekî bexdûnis, cercîr û yên din jî hatin çinîn. Berpirsên baxçeyî got, berhemên ku wan di serdema çinînê  berhevkirî gihîştiye 41 tonî. Li gorî vê, 4 ton balîcan, 26 ton xiyar, 10 ton frengî û tonek bîber hatine çinîn.  Ji bilî van jî miqdarek ji heşînahiyan wekî bexdûnis û xercîrê jî hatine berhevkirin. Rêveberiya Baxçeyî destnîşan kir ku ev berhem li bazara herêmê hatine firotin û hate destnîşankirin ku di mehê pêş de li bazarên din ên kantonê jî ew ê bêtin firotin.

Endama Rêveber a pirojeyê Eyşê Silêman got, ew texmîn dikin ku bi destpêka derketina dema zebzeyan re nexasim jî berhemên wekî betîxan wê zêde bibin. Eyşê Silêman da zanîn ku çinîna zebzeyan dê heta dawiya meha hizêranê dewam bike.

Di demên dawî de buhabûna zebzeyan welatiyên herêmê ditirsîne û bi taybetî bi nêzîkbûna meha Remezanê û tê payîn ku baxçeyê zebzeyan metirsîna welatiyan kêm bike û berheman bi erzantir li bazara herêmê bifroşe.


AZAD SEFO / ANHA / GIRKÊ LEGÊ