Artêşa Tirk a dagirker topavêtin gundên navçeya Efrînê yên Şêrawayê. Ji ber topên hatin avêtin 4 kes ji gundê Aqîbê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker top avêtin gundên Zirnahitê, Meyasê û Aqîbê yên navçeya Şêrawayê.

Ji ber topbaranê li gundê Aqîbê 2 jin, 2 mêr û zarokek birîndar bûn.

Li gorî çapemaniya dewleta Tirk a dagirker li Şêrawa kuştî û birîndarên wan hene û bi helîkopteran rakirine.

Çavkaniyên li herêmê jî piştrast kirin ku helîkopterên artêşa Tirk a dagirker li ezmanê Şêrawa firiyane. 

 ANHA/EFRÎN

 
 

Li wargeha koçberên Şengalê careke din şewat

   

Carek din li Wargeha Çemişko ya navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, destê sibehê saet li 03.45’an şewat derket. Li gorî agahiyên welatiyekî dane, şewat ji ber temasa ceryanê çêbûye û 5 kon bi tiştên di nav de şewitîne. Kesekî di şewatê de zirar nedît, lê kon bi temamî şewitîn. Hêjayî gotinê ye, beriya çar rojan jî li Wargeha Çemişko ya navçeya Zaxo ya Dihokê  şewat derketibû û herî kêm 15 kon şewitîbûn. n DIHOK/ROJNEWS