MÛRADA KENDA-BÊRÎTAN MEDÛSA
ANHA/QAMIŞLO
“Dema ku ez lawik û şeran dibêjim, xwe di nava dîrokê de dibinim. Çi êş yan jî kêfxweşiyên tînim ziman, xwe di nav de dibînim. Xwe di nava bûyerê de dîtin ji bo hunerê gotinê tişta herî li pêş e û ev jî deng dixemilîne.”Mihemedê Kinê hunermendiya kemaçê û şerbêjiya pê re ya ku wekî xelekeke zincîrê ji bav û kalên xwe girtiye, ji 10 saliya xwe heta 90 saliya xwe aniye. Di temenê tijî huner de gelek hûnermendên weke Mihemed Şêxo mezin kirin.
Dengbêjî, şerbêjî tê wateya vegûhestina dîrokê û ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Li gorî herêman rêûresmên cihê yên weke dengbêjî, tranbêjî, şerbêjî, şairî di nava civakên Kurd de derketiye pêş. Ji bilî van muzîkjenên profesyonel yan jî nîv profesyonel hene ku înstrumanan jî bi kar tînin. Kemaçevanên ku li Bakur û Rojava ne xasim jî di nava xelkê Torê û devera Qamişlo hawîrdora wê şerbêjiyê dikin jî di dewamkirin û çêkirina repertuwarê de bi dewreke sereke radibin.
Yek ji van kemaçevanan ku ji mala Kinê ye, li bajarê Qamişlo, Mihemedê Kinê ye. Ribavan -kemaçevan- Mihemedê Kinê 90 salî ye û malbata wî di sala 1928’an ji navçeya Kerboran a Mêrdînê berê xwe daye bajarê Qamişlo. Mihemedê Kinê şerbêjî û ribabvaniya xwe ji bavê xwe dewir girtiye ev 80 sal in, bi lawik, şer û kilaman aniye roja me ya îro.
‘Min wekî xeleka zincîrê şerbêjî wergirt’
Herçî hunerê gotina stran, lawik û şerên şûr û mirtalan e, wekî xeleka zincîrê di nava malbata Mihemedê Kinê de dewam kiriye. Bavê Mihemedê Kinê, Silemanê Kinê ji bavê xwe, Mihemedê Kinê jî ji bavê xwe Silemane Kinê fêr bû ye. Mihemedê Kinê ji bo fêrbûna li ser dengbêjiyê dibejê, “Bavê min her tim dema ku em li mal kom dibûn, ji me re li gorî rêûresmê lawik, kilam û şer digotin. Me jî bi kêfxweşî lê guhdarî dikir. Ez jî ji bavê xwe fêrî şerbêjiyê bûm. Min di 10 salî ya xwe de cara yekem lawik û stran gotin. Bavê min di pişt derî de bi dizî li min guhdarî dikir. Rojekê hat gel min û got, `Mihemed tu ji lawikbêjî û şerbêjiyê hez dikî? Heger jê hez dikî, dewam bike. Tu xwe di nava kilaman de nebînî tu nikarî vî hunerî bikî.` Bavê min dengê min pirr eciband û xwest ku ez dewam bikim. Min jî xwest wê xeleka zincîrê bi zarokên xwe dewam bikim, lê mixabin zarokên min nexwestin. Vê yekê ez xemgîn kirim, lê tu nikarî bi zorê şêrbêjî, lawikbêjî û ribabvaniyê bi kesekî bidî qebûlkirin, pê bidî kirin. Pêwîst e dil, daxwaz û hisên mirovî ji bo vî karî hebin.”
Bi civakê re radibe pê re rûdine
Dengbêjî şêweya jiyana civaka Kurd îfade dike. Êş, kêfxweşî, mirin, şîn, hezkirin, evîn û şerên ku civaka Kurd bi hezarên salan jiyan kirin, îfade dike. Di dema Mihemedê Kinê de dibistan tine bûn, wî jî lawik, şêr û kilam di mejiyê xwe de girtine heta roja me ya îro. Mihemedê Kinê diyar dike ku di nava civat, dawet û şînan de wî lawik û şer gotine û ev hunerê gotinê yekgirtina rihê civakî ava dike.
Dîtina xwe di dîrokê de
Dengbêj Mihemêdê Kinê hestên xwe yên di dema gotina lawik, şer û kilaman de wiha rave dike, “Dengbêjî dîrok û çanda me ye. Dema ku ez lawik û şeran dibêjim, xwe di nava dîrokê de dibinim. Çi êş yan jî keyfxweşiyên tînim ziman, xwe di nav de dibînim. Xwe di nava bûyerê de dîtin ji bo hunerê gotinê tişta herî li pêş e û ev jî deng dixemilîne. Dema tu destê xwe dibî ber guhê xwe û distirî, tu dîroka veşartî derdixî holê.”
Mihemedê Kinê mamosteyê gelek hunermendan e. Hinek şagirtên Mihemedê Kinê ku şopên xwe di dîroka Kurdan de hêlane, ev in; Hunermend û Dengbêjê Kurd ê bi nav û deng Mihemed Şexo, Abdilqadir Silêman, Mehmûd Elî Şakir, Remazanê Hermêşî, Ehmedê Îsa, Adilê dengbêj, Seîd Gebarî û hwd.
‘Bila gelê me dara hunerê gotinê av bide’
Her wiha tirsa Mihemedê Kinê heye ku çanda şerbêjî, lawikbêjî û ribabvaniyê nemîne û tirsa xwe wiha tîne ziman; “Ev huner ji bo civaka Kurd weke av û nan girîng e. Pêwîst e ciwanên me vê çandê biparêzin. Weke dara ku tu av nedî ziwa dibe. Bila gelê me hertim vê darê av bidin ji bo şînatiya wê hertim dewam bike.”