BOTAN GERMIYAN/HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/GERMIYAN
Hesen Heme ku di nav xelkê de wekî Hesen Kobanê jî tê nasînm, yek ji wan pêşmergeyan e di şerê Kobanê de birîndar bûbû. Hesen Kobanê dibêje, roja tevlîbûna wî ya nav berxwedana Kobane, roja herî xweş û watedar e di jiyana wî ye. 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişeke berfireh a dagirkeriyê li dijî Kobanê da destpêkirin. Ji her devera Kurdistanê, cihanê û herêmê ciwan û jin diherikîn Kobanê, ji bo parastina wê bikin. Parlemena Herêma Kurdistanê jî biryar da ku komekê ji hêzên pêşmerge bişîne Kobanê. Karwana pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê 28’ê Cotmeha 2018’an di Bakurê Kurdistanê re xwe gihand Kobanê. Wê demê çend pêşmerge jî di berxwedanê de birîndar bûbûn. Yek ji wan pêşmergeyên birîndar bûyî jî Hesen Heme Eliyê ji herêma Germiyanê ye ku hîn jî birîna wê baş nebûye.
Pêşmergeyê bi navê Hesen Heme Elî ku piştî berxwedana Kobanê di nava gel de weke Hesen Kobanê tê nasîn, di 23’yê Mijdara 2014’an de li Girê Şehîd Ciwan yê Kobanê birîndar bûbû. Ew têkildarî tevlîbûna xwe ya nav berxwedana Kobanê, wateya wê û girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo parastina axa Kurdistanê axivî.
Dişibiya serhildana 1991’ê
Pêşmerge Hesen Kobanê dibêje, ew roja ku çûye Kobanê roja herî xweş a jiyana wî dizane û wiha dipeyive: “Çûyîna Pêşmergeya ya Kobanê û pêşwazîkirina gelê Bakûrê Kurdistanê dişibiya serhildana 1991´ê ya Başûrê Kurdistanê. Gelê Kurd mizginiya serketinê dida û peyam didan dijminan.”
Ji fikrê partîgerî dûr bûn
Hesen Kobanê îşaret bi ruhê Kobanê dike û dibêje, dema li Kobanê li ber xwe didan ji fikrê partîgerî dûr bûn û wiha diaxive: “Me li Kobanê dûrî fikrê partîgeriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dida. Ciwanên Kurd bi qehremanî li dijî dijminan li berxwe dida. Ez li Girê şehîd Ciwan birîndar bûm, lê me li wir serketin bi dest xist. Ji ber ku şervanan canê xwe ji bo Kobanê feda dikir.”
Bila li mekteban bibe ders
Hesen Kobanî ji hikûmeta Herêma Kuıridstanê û Wezareta Perwerdeyê jî xwest ku ‘Berxwedana Kobanê’ di nava dersên dîrokê yên perwerdeya herêmê de bi cih bikin, ji bo ku nifşên nû yên piştre jî bi vê berxwedanê bizanin û got, “Divê em li Başûr gelekî behsa berxwedana Kobanê bikin û baş bangeşeya wê bikin. Daxwaz ji hikûmetê û wezareta perwerdeyê jî dikim ku Berxwedana Kobanê bixin nava dersên dîrokê yê herêmê, ji bo nifşên nû yên piştre jî Berxwedana Kobanê nas bikin. Ev erkek e li ser milê wezareta perwerdê û hikûmeta herêmê.”