Endamê Desteya  Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok der barê civîna Cenevre-2, pergala îdarî ya li Rojava hatiye îlan kiriye ji ANF’ê re nirxandin kir. Ok diyar kir ku li rojava şoreşek bi heybet tê jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd ji kesî re dijminahiyê nake û bi vî awayî ketiye pêvajoya azadî, parastin û înşakirina pergala xwe. Lê di encama şertê li Sûriyeyê, mudaxîlbûna hêzên hegomonîk de şer di asta mezhebî û etnîk de tê jiyîn. Rojava bi şoregaşa 19’ê Tîrmehê re bi awayekî mezin azad bû û pergala xwe înşa dike. Ev hem hewcedarî û hem jî mafê sereke ye. Di encamê de ger gelek gihiştibe azadiya xwe divê xwe îdare bike."


Modela pêşî ya demokratîk

 Ok da zanîn ku ev pergala di esasa fikr û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Rojava hatiye vakirin ne tenê di alî kurdan de, li hemû Rojhilata Navîn xwedî potansiyeleke mezine û wiha pê de çû: “Kanton gotinek fransî ye. Tê wateya dewletan. Em ne vê, ji wê wêdetir dixwazin li ser axa xwe bi rêveberiya xwe ya xweser di şeklê xweseriya demokratîk de xwe birêve bibin. Ya rast eve. Dema Kanton tê gotin, em wisa fêm dikin. Yanî em dibêjin hemû kesên li ser axa xwe dijîn bi rêveberiya xwe ya xweser xwe birêve bibin. Em mînakên vê li Swîsre, Belçîka û Îtalyayê dibînin. Heta di dema împaratoriyan de hemû civakan li herêmên xwe, xwe îfade kirine.  Ji ber neçariyê li Osmaniyê jî eyalet hene. Mînak eyaleta Kurdistanê heye, dibêjin Lazîstan, Sancak an jî pergala Began. Ermenî, Suryanî, Ereb, Êzdiyên li rojava dijîn di vê modela rêveberiyê de roleke girîng dilîzin û  kurd têkoşîna xwe bi perspektîfa Sûriyeya demokratîk dimeşînin."

Hevpeymana civakî

Ok der barê peymana Civakî ya wek mekeqanûna xweseriya demokratîk tê binavkirin jî wiha got: “Cudahiya pergala ku li rojava hatiye pêşxistin eve ku  perspektîfa modernîteya demokratîk e. Di esasa paradîgmaya Rêber Apo de di warê yekemînbûnê de gelek girînge.  Ji bo Rojhilata Navîn mînakek gelek girînge. Ji ber vê jî dê li her çar parçeyên Kurditanê û herêma me bi bandor be. Dema makeqanûna herî pêşveçûyî û demokratîk a cîhanê tê vegotin Bolîvya mirov karin mînak bidikin.

Siyaseta Lozanê

Ok di mijara tevlibûna civîna Cenevre-2 de ku di dawiya meha çile de pêk tê jî axivî û der barê şibandina Lozanê de wiha got: “Di Lozanê de îradeya gelê kurd tune hat hesibandin. Ji bilî îradeya gelê kurd, xwestin pêşeroja kurdan jî ew diyar bikin. Kurdistan hat parçekirin û parvekirin. Beriya Cenevre-2’ê ne kurd kurdên dema Lozanê ne; ne jî hêzên navnetewî xwedî derfet û însiyatîfa wê demê ne. Kurd Cenevre-2 girîng dibînin. Ji ber ku di Cenevre-2 de pirsgirêkên Sûriyeyê bên nirxandin û biryar bên girtin. Ji ber vê jî beyî kurdan ev ne pêkane.”

Kurdan qebûl nakin

Ok da xuyakirin ku Amerîka û bi taybetî jî Îngilîstan naxwazin PYD û TEV-DEM beşdarî Cenevre-2 bibin û got, "Yanî dibêjin; Kurd ancax bê nasname dikarin biçin Cenevre. Ev yek neheqî û heqareteke li Kurdan. Kurd yek ji hêzên herî bi bandor ên li Sûriyeyê ye û hêza yekane ye. Kurdan li Rojava bi ti awayî sûcê li dijî mirovahiyê yan jî sûcê şer nekirine. Bi vê hêza xwe re Kurdan, hem weke civakeke rêxistinbûyî hem jî bi hêza xwe ya parastinê, qadeke ewle ya jiyanê li Sûriyeyê ava kirine. Lewma bi vê taybetmendiya xwe re Kurdan, bi giraniya rojeva ku li Sûriyeyê ava kiriye, aliyê herî girîng e."

Çûna bi nasnameya Kurd

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrı Ok got, "Lê belê xuya dike ku nayê xwestin Kurd beşdarî Cenevreyê bibe. Dibêjin Kurd dikarin di nava mûxalefeta Sûriyeyê de beşdar bibin. Yanî dibêjin Kurd ancax dikarin bê nasname beşdarî Cenevre bibin. Ev yek neheqî û heqareteke li Kurdan. Ev yek nîşan dide ku li pişt înkara heyî kîjan hêz hene. Çawa ku hemû mûxalîfên Sûriyeyê bi nav û nasnameya xwe diçin, divê Kurd jî bi wî rengî biçin. Her wiha dixwazin li Cenevre-2 rojeveke Kurdan tinebe. Ev yek jî sergirtina pirsgirêkan e. Ji ber vê yekê ya rast ew e ku Kurd bi nasname, bi şexsiyet û bi perspektîfên xwe beşdarî Cenevre bibin."

Kurd aliyê sêyemîn in

Sabrî Ok ragihand ku bi bûyerên qewimîne re hatiye dîtin ku demokratîkbûyîna Sûriyeyê bêyî vîna Kurdan pêk nayê û got, "Modeleke çareseriyê ya Sûriyeyê, eger Kurd di nav de tinebe, pêk nayê. Statuyeke Kurdistanê ya ku Kurd jê re nebêje erê, qet nabe. Bêyî vîna Kurdan, pêşerojeke Sûriyeyê ne pêkane. Rastiyeke Kurd û Kurdistanê ya ku Kurd tê de cih negire û jê re nebêje 'erê' qet nabe. Ev ne bi edalet e, ne jî aliyekî wê yê erênî heye. Mafê kesî nîne li ser navê Kurdan biaxive û çarenûsa Kurdan diyar bike. Serhildana çil salan, serhildana sed salan a Kurdan ji ber vê yekê ye. Bihêlin ew biryar bidin ka bi kê re çawa dixwaze bijîn. Gelê Kurd xwedî wî mejî, hêz û vînê ye ku vê biryarê bide."

Cenevre ne her tişte
Sabrî Ok da xuyakirin ku Kurd ne alîgirên rejîmê ne, ne jî alîgirê mûxalefetê ne û careke din destnîşan kir ku ji ber vê sedemê ya rast, weke aliyekî sêyemîn beşdariya Kurdan li Cenevre ye. Ok destnîşan kir ku eger ev nebe, helwesta herî rast jî, redkirina konferansê ye. Sabrî Ok wiha peyivî: "Dema hewce dibînin her du jî bi hev dikevin. Sedema pevçûnê jî, êrîşa her du aliyan li hemberî Kurdan e. Di vê rewşê de ya rast Kurd TEV-DEM yan jî PYD, ENKS weke aliyekî sêyemîn ê hevpar beşdarî Cenevreyê bibin. Lê eger ev nebe, ya rast; ew konferansê red bikin û protesto bikin. Rojava ji xwe statuya xwe diyar kiriye. Ya girîng rêxistinkirina vê statuyê ye. Divê Cenevre weke hêza diyarker a çarenûsê neyê dîtin."


CÎHAN OZGUR/ANF/BEHDÎNAN