Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk krîza ji pêr ve dom dike nirxand û got ku haya hikûmeta AKP’ê û Wezîrê Karên Navxweyî ji serdana Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah hebû, lê ev serdanê veguherandin ‘krîz’ ê. Tirk da diyarkirin ku dixwestin Hevseroka PYD'ê li şûna deriyê sînor di nav têlan re derbasî Rojava bikin û wiha got: “Me ev wekî helwesteke 'biçûkkirinê' nirxand. Me got; 'Seroka giştî ya partiyekê ye.' Diviyabû bi îtîna û îhtîmam nêzîk bibûna. Lê belê ji me re behsa qanûn û nîzaman dihat kirin. Ev hevalên me berî niha jî vî derî re hatine û dîsa di vî derî re derbas bûne. Qanûnek nîn e! Tiştek nîn e! Lê rewş zehmet kirin. Bi rastî em pêşveçûnên di vê pêvajoyê de dibînin. Em dibînin bê endamên El-Nusra, El-Qaîde çawa diçin û tên. Lê belê nêzîkatiyeke wiha ya li hemberî seroka giştî ya partiyekê qet nayê qebûlkirin. Di encam de me got ku ev xusûs şaş e û hat rastkirin. Me hevalên xwe ji vir bi rê kirin.”
DÎHA/MÊRDÎN