Piştî 24 salan ciwanên ku li nû ji dayik bibûn an jî hê ji dayik nebibûn ziyaretkirina wan a gund, aşitî li heremê çiqas pêwîst dike raxistin ber çavan. Di 25 cotmehê sala 1989'an de "Dewleta kur" ku kesekî bi navê Hogir xistibû nava PKK'ê li gundê Satê 21 kesî kûştibû. Gundiyên gundê Satê ku di sala 1990'î de bi hinceta "Ewlehiyê" ji gund hatibûn derxistin, herêm hatin bêmirov kirin. Yên gundên xwe terk kirin, ji ber piraniya wan cerdevan bûn wan li qampa Cerdevanan a Di ku nêzî 20 kîlometre dûrê Şemzînanê ye hatin bicih kirin. Yên nebûn cerdevan jî neçar man koçberê Colemêrg, Gever û Wanê kirin.


Bihûşta 20 sal e veşartî!

Gundê Satê ku ev 21 sale ji hêla Serfermandariya Giştî ve di lîsteya herêma qedexede ye, bihûşta xwezayê ye. Gund beriya bê valakirin qadekî ku tûrîstên heremî û biyanî ziyaret dikirin û bi rojan qamp datanîn bû. Gund, di navbera çiyayên bilind û di xeta sînora Federal a Kurdistanê de ye, di bin çiyayê Satê ya bilindahiya wî 2 hezar û 555 metreyî de ye. Li ser çiyayê Satê Gola Mezin, Gola Biçûk, Gola Kevirsor bi tevahî 10 golên biçûk hene. Kurahiya 2 golên li ser Çiyayê Satê ye 400 metre dirêjî, 300 metre firehiye, kurahiya wan ti car nehate zanîn. Wêneyên li ser kevirên dora golê ku bi salane tê texmînkirin, çûk, pezkovî, mar û mirovan hatine xêz kirin. Ava ku tê golekî tê dîtin, lê bi kûve diçe nayê zanîn. Li jêra golan jî bi taybetî ji nexweşîna zerik û yên din re li Şikefta Marmîsatî de derman tên dîtin. Her wiha li herêma Geveroka Satê û Geveroka Çarçela ya li dora gundê Satê ne, zozanên ku hin kulîlk, şelale û 4 mewsim ên di heman demî de tê jiyîn hene. Leşkerên ku 24 salan nikaribûn bikevin vê qadî, tenê di demên agirbestên PKK'ê û operasyonên mezin de karibûn bikevine yê. Herêm her tim bi balafirên şer hatine bombebarandin. Herêm wekî herêma tampon hatibû îlankirin. Gundê Satê ev 24 sal e ketiye rewşekî xirabe.
Li vê herêmê piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 21'ê Adarê operasyonên leşkerî rawestiyan û welatiyên li vê herêma êdî dikarin derkevin nava xweza, zozan, rûbar û çiyayên xwe. Li herêma sînorê Şemzînanê ku 21 salin ji çûn û hatinê re qedexe ciwanên gundê Deyî ku ji 30 kesan pêk dihat herêm ziyaret kirin. Koma ciwanên ku 70 kilometre rê meşiyan û hatin herêmê piştre bi meşa piyan 3 saetan hatin zozanê Sergeranê Komê li herêma zozanê ku hêj ferma wê nehiliya ye bi saetan govend gerandin. Endamê komê Reşît Firat (45), diyar kir ku piştî 20 sal şûnde diçin herêma qedexe û wiha got: "21 salin ji ber qedexe û astengiyên dewletê em nikarin biçin gundê xwe. Niha em li nêzî navendê li kampa Deyî bi cih bûne. Em bi salan bi hesreta li gundê xwe vegerin jiyan. Gelek merivên me bêyî ku bigêjin xeyalên xwe ji ax û warên xwe dûr çûn ser dilovaniya xwe û çavên wan vekirî ma. Em dixwazin vegerin ser axa xwe û ev hesret ev êş bi dawî bibe."


SAMÎ YILMAZ/VAHAP BAY/DÎHA/COLEMÊRG