Di serdanê de li ser navê gelê Kurd ê Rojava û hemû gelên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji gelê Fransayê û ji hevalên kesên di êrîşê de jiyana xwe jidest dane sersaxî hate xwestin.

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah jî destegulek danî ber avahiya kovarê û got ku pêwîste ew ji bo parastina nirxên mirovahiyê û tunekirina terorê hevkariyê bikin. Şandeya Rojava her wiha gul danînin cihê ku xebatkarên kovarê lê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdulah jî destnîşan kir ku wan tola şehîdên Fransayê li Kobanê hildaye û soza tekoşîna li hemberî terorê ya li herderê da.

Xebatkarên kovarê jî, berxwedana gelê Kurd û YPG’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê silav ki rû piştgiriya xwe anîn ziman. Endamên kovarê yên bi navê Erîk Barswolid, Batrêk Biyo û Zeyneb El-Razî jî ji ber vê helwesta şandeyê ya mirovî, spasiya şandeyê kirin.


'Qermenanên Kurd li Fransayê ne'

"François Hollande qehremanên Kurd ên Kobanê qebûl kirin" sernûçeya France24’ê bû ku behsa hevdîtina di navbera heteta PYD, YPJ û serokkomarê Franseyê de dikir. France24 tevneke nûçeyan e ku bi kanalên xw eyên televizyonê yên pirrzimanî (Fransî, Ingilîzî, Erebî) yek ji saziyên ragihadninê yên herî bi bandor e li Franseyê. Nûçeyê bi bîr dixist ku Kurd vê yekê weke gaveke dîrokî dibînin û doza alîkariyê ji Franseyê kirinne di şerê li dijî DAIŞ’ê de. Nûçe balê dikişîne ser daxiyaniya ji qesra serokkomariyê jî ku dibêje, civîna di navbera aliyan de bêhtir ji agahdarkirinê bû bi israr behsa têkiliyên baş ên bi Kurdan re dike.

Rojnameya mihafezekar Le Figaro jî bêhtir daxuyaniya hevserokê PYD’ê Salih Muslim di biwara civînê de derxist pêş. Salih Muslim ev civîn weke qebûlkirina Kurdan nirxandiye û bi bîr xistiye ku bi tenê şoreşa Rojava karîbû li dijî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe bide. Rojname îşaret pê dike ku di civînê de hevseroka PYD Asya Abdulah û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Nesrîn Abdullah temsîla heyeta ji Rojava kirine. Rojnameyê wêneyên Nesrîn Abdalah ku li sera laya YPJ’ê diyar e, weşandin.

Tevî ku nûçeyê di çapemeniya Franseyê de cihekî mezin girt jî, tişta ku rojnameya l’Humanité kir, ya herî balkêş bû. Rojnameyê Asya Ebdullah û Nesrîn Ebdulleh kirin şef-redaktorên xwe yên roja 11’ê Sibatê. Di bergê sereke yê rojnameyê de jî wêneyê herdu jinên ku weke "Qehremanên Kurd ên Kobanê" ten bi navkirin cihê xwe digire. Ji bilî vê jî bi sernivîsa "Hêviya me ye ku şoreşa me îlhamê bide siberoja Sûriyeyê" hevpeyvîneke bi Asya Ebdullah û Nesrîn Ebdullah di rojnameyê de cihê xwe digire. Hêjayî gotinê ye ku tevahiya wêneyên Nesrîn Abdalah yên di rojnameyê de bi unîformayê YPJ’ê ne. Jixwe rojnameyê di nûçeya xwe ya li ser hevdîtina Serokomarê Franseyê François Hollande û heyeta ji Rojava de jî weke "Qehremanên Kurd ên Kobanê" li qesra Elysée (qesra serokkomariyê) hatin qebûlkirin bi kar anîbû. 


 PARÎS