Di vê çarçoveyê de komek çalakvanên hunerî yên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê serdana mala stranbêja kurd Fetane Welîdî ya li bajarê Sine kirin û ji bo rêzê lê bigirin. Çalakvanan di serdana xwe de wêneyekî Fetana Welîdî ku di temenê ciwaniyê de hatibû girtin, wekî diyarî pêşkêş kirin. Çalakvanan bi gotina çend stranan, stranên Fetane bi bîranîn.

Xizan û hejar e

Bavê Fetane Welîdî jî çend helbest û stranên bi zimanê kurdî û farisî xwend. Piştre çalakvanan wêneyekî bîranê bi hev re girtin û bi vî awayî dilsoziya xwe ya ji bo hunermend Fetana Welîdî anîn ziman. Fetane Welîdî li sala 1953’an ji binemalekî hunerî ya li bajarê Sine ji dayîk bûye. Ji temenê zarokatiyê ve bi karê hunerî ve mijûl bûye û ji hunerê hez kiriye. Fetane heta niha 55 berhemên hunerî ji bo radyoya Sine, Kirmanşan û beşa kurdî ya radyoya Îranê tomar kiriye. Ji wan jî stranên; Yarî Nazdaram, Dilî Xemgînim, Hatewe Yar, Kewmil û hwd.. Niha Fetane Welîdî rastî nexweşiya derûnî bûye û di jiyanekî hejar de dijî. Niha Fetane Welîdî li bajarokê Hesena yê parêzgeha Sine yê rojhilatê Kurdistanê dimîne.

ROJNEWS/SİNE