Ji komîsyona jinê ya Parlamenta Iraqê Rêzan Dilêr Mistefa, rojnamevan û pêşkêşvana Newroz TV Necîbe Mehmûd, xebatkarên saziyên civakî yên sivîl ên NY Çinor Elî û Beyan Mûhammed Rahîm, rojnamevan Hêvî Xalid û endamên REPAJ'ê Buşra Elî û Roza Tetanî, ji bo sersala gerîlayên jin pîroz bikin û tevgera azadiya jinê ji nêz ve nas bikin Qendîl ziyaret kirin. Endamên Koordînasyona Rêveber a KJK'ê Jiyan Lava û Dîlan Nûrhak şandeya jinan pêşwazî kirin û sersala jinan pîroz kirin.

Bi rêxistinbûn tundî bi dawî dibe

Di serdanê de sîstema KJK û sîstema hevserokiyê hat guftugo kirin. Şandeya Başûrê Kurdistanê jî bal kişandin ser pirsgirêkên jinan yên li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kirin, ku ev pirsgirêk bi rêxistinbûyîneke xurt, parastina cewherî û perwerdeyê dikarin bên çareserkirin. Endama Koordînasyona Rêveber a KJK'ê Jiyan Lava bal kişand ser komkujiyên di sala 2014'an de bi serê jinan de hatine û berxwedanên li hemberî van hatine nîşandan û got, "Ji bo pêşî li komkujiyên li hemberî jinê bê girtin, pêwîste beriya her tiştî jin bên serwextkirin û parastina cewherî ya jinê bê xurtkirin. Ji bo komkujiyên li Şengalê rû dan li cihekî din pêk neyên, ji bo dawî li polîtîkayên qirêj ên li hemberî jinan were anîn, divê parastina cewherî were xurtkirin û yekîneyên jinê bên avakirin."

Kongreya jinan pêwîst e

Jiyan Lava di axaftina xwe de bal kişand ser lidarxistina Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî jî û wiha pêde çû: "Li Rojhilata Navîn girîng e jin li dora yekîtiyê bicivin û li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên bi serdestiya mêr, xwe birêxistin bikin. Bandora rêxistinbûna jinê gelek e. Rêxistinbûyîna bi vîna jinê, wê li Kurdistanê DAIŞ'ê û mejiyê bi serdestiya mêr binax bike."

Jina polîtîk wê azad bibe

Lava sîstema hevserokatiyê jî nirxand û cihgirtina jinên bi awayekî serbixwe di nava siyasetê de weke 'gavek ber bi azadiyê' ve nirxand û got, "Her tim hewl hatiye dayîn jin ji siyasetê dûr bikeve, halbûkî ya siyaset bi pêş xist û bi wê re civak afirand jin e. Em jî di çarçoveya perspektîfa Rêbertiya me pêşkêş kiriye de, sîstema hevserokatiyê di nava tevgera xwe û civaka xwe de bi pêş dixînin. Jin di nava siyaseta demokratîk de cih bigire wê ber bi serxwebûn û azadiyê ve bi pêş bikeve."
Endama KJK'ê Dîlan Nûrhak jî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinê li Kobanê û Şengalê û got, "Kevneşopiya îro li Kobanê di kesayetiya Arînan û Saryayan de bilind bû, berxwedana jinê gihand raya giştî ya navneteweyî û li dora nasnameya jinên Kurd kombûneke jinên cîhanê afirand. Jinên Kurd bi têkoşîn û nasnameya jinê ya azad re xwe gihandine asta pêşengiya ji jinên cîhanê re. Di vê çarçoveyê de em hewl bidin bi rêxistinbûyînên xwe yên parastina cewherî û xebatên avakirinê yên akademîk re, vê wezîfeya xwe bicih bînin."

Pakrewangeh û şaredariyê jî ziyaret kirin

Şandeya jinan da xuyakirin ku ew ji her şêwe alîkarî û piştevaniyê re amade ne û ji bo avakirina yekîtiyê li eniya jinê, ewê xebatên xwe xurtir bikin. Endamên şandeyê piştî serdanê Şaredariya Qendîlê ziyaret kir û der barê sîstema hevşaredariyê de agahî stend. Dûre Şehîdgeha Ş. Mehmet Karasûngûr a li herêma Qendîlê hat ziyaretkirin. Şandeyê muzeya li şehîdgehê lêkolîn kir û li deftera bîranînê not nivîsand.



AZA ROJIYAN/ANF/BEHDÎNAN