Heyeta Hewsorkên PYD û TEV-DEM hevdîtinê xwe yên Herema Kurdistan di domîne. Duh piştî hevdîtina Gel Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî, îro danê sibê serdana partiya Komînistên Kurdistan û Partiya Zahmetkêşên Kurdistan kirin. Heyeta ji Hewserokên Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) Aysa Evdila û Salih Mislim, Hewserokên Meclîsa Gel ya Demokratîk Rojavaya Kurdistan Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed pêk dihat li serdana navenda Partiya Zahmetkêşanê Kurdistanê kirin û ji aliyê Bilên Abdullah Sekreterê partiyê ve hate pêşvazî kirin. Di hevdîtinê de Dr Hîwa Selim Endamê Melîsê, Heval Abdullah Endamê Komîteya Navendî, Cemal Husên Endamê Komîteya Navendî ya partiya zahmetkêşên Kurdistan amadebûn. Li vir serokê heyeta Aysa Evdilla li ser hatina wan ya Herema Kurdistan axavtinek kir û dazanîn armanca wan rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi partiyê Herema Kurdistan ve vebêjin. Aysa Evdilla li ser reşkira partiya wan bi taybet di hinek ragiyandinê Herema Kurdistan û wek neheqîyek li wan tê kirin binav kir. Bilen Abdullah pêşgiriya xwe ji heyetê û xebat gelê Kurd yên li Rojavayê Kurdistan kir û projeya çareseriyê ya PYD’ê ji Sûriyê pir bi erenî nirxand.
Pêştî hevdîtina partiya zahmetkêşan heyeta ji Hewsorkên PYD û TEV-DEM pêktê serdana partiya Komînistên Kurdistan kir. Heyet ji aliyê Endamê polîtburo Heyder Feylî ve li navenda partiyê ve hate pêşvazî kirin. Hate diyar kirin ku hevdîtinê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistan û pêşketinê dawî li gotûbêj hatiye kirin. Li ser hevdîtinê Endamê Komîteyê Navendî yê partiya komînista Kurdistan Mihemed Şêxan dazanîn projeye PYD ji çareseriya Sûriyê û biratiyan gelê Sûriyê pirr baş e û ev heta dawî pişgirî dikin.

Bi nûnerên YNK’ê re hevdîtin
Şanda ku ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn herêma Kurdistanê duh êvarê bi mektep siyasî ya Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê re hevdînek pêkanî. Heyetê beriya hevdîtina bi YNK’ê re li otêla Ebû Sena bi rêvebirên Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê yên Silêmaniyê re rûniştin. Di hevdîtinan de aliyan rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nirxandin û li ser girîngiya bidestxistina mafên gelê Kurd û yekitiya netewî rawestiyan.
Şanda Rojavayê Kurdistanê ku ji hevserokên PYD’ê Salih Muslim, Asiya Ebdullah, hevserokên meclîsa gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmet, Sînem Mihemmed, berdevkê meclîsa gel Şêrzad Êzîdî û nûnerê meclîsa gel Mihemed Reşo pêktê di çarçoveya serdana xwe ya herêma Kurdistanê de duh danê êvarê li otêla Ebû Sena bi berpirsên PÇDK’ê yên Silêmaniyê re rûniştin. Piştî vê hevdîtinê şandê bi mektep siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re hevdîtinek pêkanî. Hevdîtin li navenda mekteba siyasî ya YNK’ê ya li Silêmaniyê pêkhat. Di hevdîtinê de li ser navê YNK’ê berpişrsê mekteba siyasîya YNK’ê Mele Bextiyar, berpirsê pêwendiyên giştî yê YNK’ê Rizgar Elî, berpirsê pêwendiyên niştimanî Mihemed Hecî Salih û endamê mekteba siyasî ya YNK’ê Mamosta Xalid amadebûn.

‘Li Sûriyeyê derfeta azadiyê'
Di destpêka hevdîtinê de berpirsê mektaba siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar xêrhatina heyetê kir û diyarkir ku beriya 3 rojan heyetek ji BDP’ê re hevdîtin kirine û berî 2 hefteyan jî bi heyetekê partiyên Rojhilatê Kurdistanê dîtine. Mele Bextiyar got ku bi vê awayî hevdîtina hêz û rêxistinên Kurdan ji bo gotûbêjkirin û nirxandina rewşa gelê Kurd li her çar perçeyan giringe lewra em pir giringî didin yekîtiya gelê Kurd. Mele Bextiyar di dewama axaftina xwe de balkêşa ser rewşa Rojhilata Navîn û got ku herêm bi tevahî ketiye ber bayê guhertin û veguhertinê û rewşa niha ya Sûriyeyê ji bo azadiya gelê Kurd derfetek mezin derxistiye holê. Mele Bextiyar got ku, Sûriye di herêmê de xwedî cihekî stratejîke ji ber vê yekê jî bala hemû kesî li ser vê welatî ye.

‘Ji bo statuyê rêxistinbûyîn divê'

Di hevdîtinê de hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah jî behsa karakterê rejîma Esed kir û da zanîn ku, rejîma Baas ya ku 50 sale li Sûriyeyê desthiladare îro di nava krîzek mezin de ye û ber bi hilweşandinê ye. Ji ber vê yekê jî ev rewş ji gelê Kurd re derfetek dîrokî derdixe holê. Gelê Kurd jî ji bo bibe xwedî statû vê gavê xwe bi rêxistin dike. Ebdullah da zanîn ku, Kurdan li Rojava sîstema xweseriya demokratîk pesend kirine û li ser vê sîstemê xwe birêxistin dikin. Ebdullah got “Xebatek din yê giring jî xebatên parastina rewa ye. Ji ber ku hîna jî gelek hêz îradeya gelê Kurd nas nakin û naxwazin mafê Kurdan qebûl bikin. Ger derfet hebe wê êrîşî gelê me bikin. Divê em parastina xwe ya rewa pêş bixin. Xebatek din jî xebatên pêşxistina yekîtiya netewî ye ku em pir giringiyê didin vê xebatê. Em dixwazin bi hêzên din yên Kurd re bibin xwedî helwestek hevpar”. Ebdullah got ku ew dixwazin di kada navneteweyî de jî Kurd bibin xwedî pêwendiyên bi hêz û dîplomasiyek xurt bikin. Hevserokê PYD’ê Salih Mihemed jî diyarkir ku çi qas diyaloga wan li gel hêz û aliyên Kurdan hebe ew qas baş dibbînin û ji bo ji tecrûbeyên Başûrê Kurdistanê jî werbigrin ew xwe muhtacê hev dibînin. Mihemed di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew beriya demekê çûne Ewropa û bi partiyên sosyal demokrat re hevdîtin pêkanîne. Ji bo ew jî di nava forma sosyal demokrat ya navnetewî de cîh bigrin hatine vexwendin. Mihemed got “Em dizanin ku Yekitiya Niştiman jî di nava vê avahiyê de cîh digre. Ji ber vê jî pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan xwedî wateyek mezine.
Di hevdîtinê de hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed jî behsa xebatên meclîsa gel kir û diyar kir ku ger yekitiya gelê Kurd pêk were wê îradeya gel zêdetir jî bibe xwedî hêz.

‘Divê gelê Kurd firsendê ji dest nede'
Di dawiya hevdîtinê de Mele Bextiyar cardin bal kêşa ser hesasiyeta pêvajoyê û got ku ji peymana Skes Pickot heya niha derfetek ev qas mezin û dîrokî neketiye destê gelê Kurd û got: “Divê gelê Kurd vê firsendî ji dest nede. Divê gelê Kurd ji bo bibe xwedîstatû xebatê bike. Niha hemû alî li ser Suriyê hesaban dikin. Divê gelê Kurd jî bi pêkanîna yekitiya xwe xwedî li mafên xwederbikeve”. Mele Bextiyar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo alîkariya gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê amadene û ji bo pêkanîna yekîtiya gelê Kurd çi ji dest wan bê ew ê bikin. 

 SILÊMANÎ/HEWLÊR