Cara yekemîn şaredariya Qendîlê serdana Şaredariya Helebçe dike û ev serdan ji aliyê Şaredarê Helebçe weke helwestek giring hat nirxandin. 

Piştre mamosta Mihemed ser navê  Şaredariya Qendîlê tabloyek diyarî pêşkêşî  Şaredariya Helebçe re kir.

Şandek piştre çûn serdana goristana şehîdên kîmyabarana Helebçeyê û desta gulan ku ji çiyayê Qendîlê anîbûn, danîn ser gorên şehîdan.


’Divê serdana bi vê awayî zêde bibin’

Herwiha şande serdana qeymiqamtiya Helebçe û nexweşxaneyê jî kir. Mamosta Mihemed derbarê armanca şanda şaredariya Qendîlê ya ji bo Helebçe wiha got: “Armanca serdana me xurtkirina peywendiyên navbera her du aliyan de bû. Me pîrozbahiyên welatiyên Qendîlê ji bo parêzgehbûna Helebçe ji bo vir anîne ku bûye paytexta aştiyê. Eger Helebçe paytexta aştiyê be, Qendîl jî paytexta serkeftin û berxwedanê ye. Lewra ji bo em hê zêdetir xem û azarên gelê xwe bizanin, divê serdanên bi vî awayî di navbera şaredariya Qendîl û hemû şaredariyên Kurdistanê de were xurtkirin.”

Cîgira Şaredarê Helebçe Kwêstan Ekrem Ferec got ku piştî vê serdanê, ew ê ji bo şaredariya Qendîlê şahiyekê di navbera her du aliyan de lidarbixin. Kwêstan Ekrem spasiya şaredariya Qendîlê kir û wiha got: “Em spasiya şaredariya Qendîlê dikin û ji ber piştî Helebçe bû parêzgeh, wan serdana me kir. Em van serdanan giring dibinin. Emê di serdana xwe ya ji bo Qendîlê de şêwe û sîstema rêkûpêk a me li qontara çiyayê Qendîlê dîtî, di kar û xebata me de gelek bi bandor bû û me sûdekî baş jê wergirt.”


ZAGROS ROJHİLAT/ROJNEWS/QENDÎL