
Dêrsim, da zanin ku li Bakurê Kurdistanê demeke pêvajoya aştiyê destpê kiriye û wiha berdewam kir: "Ev saleke gelê Kurd di hemû aliyan de destê xwe yê aştiyê dirêj kiriye. Lê belê dewleta Tirkiyeyê dîsa jî polîtîkaya xwe ya xapandinê dewam dike. Îro em dîbînîn ku Dewleta Tirk û hinek partiyên ku ji bo xwe dibêjin, em Kurd in, alîkariyan didin çeteyan û wan dişînin ser gelê me yê Rojava. Li Rojava jî, gelê Kurd di nav hemû zor û zehmetiyan de têkoşîna xwe berdawam dike û serî li ber kesî natewînin. Em jî wek gelê Başûr em ê heta dawiyê xwedî li mîrasê şehîdên xwe derkevin."
Pişte bavê sê HPG'iyan ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane Mihemed Zûdî axivî û got: "Dijminên Kurd bi êrîşên xwe yên hovane dixwazin Kurdan têk bibin, lê belê gelê Kurd tu carî têk naçin û her tim wê xwedî li şehîdên xwe derkeve û di rêya wan de wê bimeşe."
Paşê jî dayika sê HPG'iyên jiyana xwe ji dest dane Emîne Mehemed Nejad sirûda "Ey şehîd" got û merasîm bi dirûşmayên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
QENDÎL