Şandeyeke ku pêk dihat ji nûner û endamên Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK), Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Eniya Demokrasiya Gel bi armanca pîrozkirina serkeftina QSD’ê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriye ya li Silêmanî kir.

Doh piştî nîvrojê ev şande bi armanca pîrozkirina serkeftina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê çû serdanê. Di dema serdanê de şandeyê serkeftina şervanên QSD’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir. Piştre li ser navê şandeyê Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Silêmanî, Şehên Mihemed axivî û got; “Ev serketina mezin serketin e ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Şikandina vê hêza reş, rastiya wê yekê careke din radixe ber çavan ku bihevrejiyan û bipêşxistina gelan bi sîstema xwerêveberiya demokratîk pêk tê.”

Piştre, ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriye ve diyariyekî pîrozbahiyê ya vê serketinê pêşkêşî şandeyê hate kirin.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ