Şandeya HDP’ê ji Endamê şanda Îmraliyê Xetîp Dîcle, Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, parlamentera berê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Endama HDP’ê Zeyneb Kahraman pêk hat.
Şandeya HDP’ê di serî de bi Serokê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa re civiya. Noşîrvan Mistefa şandeya HDP´ê li Silêmanî li navenda Tevgera Goran pêşwazî kir. Noşîrvan Mistefa û şandeya HDP’ê nêzî seatekê civiyan û hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de behsa serketina HDP’ê û piştgiriya aliyên Başûr hat kirin.
Piştî hevdîtinê Noşîrvan Mistefa bi rêya RojNewsê serketina HDP’ê pîroz kir. Her wiha li ser navê şandeya HDP’ê parlamentera Colemêrgê Selma Irmak jî spasiya piştgiriya Tevgera Goran ji bo HDP’ê kir û serkeftina HDP’ê li hemû gelê Kurd pîroz kir.
’Bi HDP’ê re pêwendi venager e’
Piştî serdana serokê giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa, şandeya HDP´ê çû serdana polîtburoya YNK’ê. Piştre jî civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Piştî hevdîtna ligel YNK’ê, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Parlamentera HDPê Selma Irmak ji ber piştgiriya ji bo HDP´ê û bi taybet jî piştgiriya ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê spasiya YNK’ê kir.
Selma Irmak got: “Armanca vê serdana me ya ji bo YNK’ê, xurtkirina peywendiyên di navbera me de û spasiya ji bo wan e.”
Piştre endamê polîtburoya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Peywendiya YNK û HDP’ê ne nû ye. Ev peywendî di dema serok Mam Celal de dirûst bûne û bi pêş ketine. Aştiya li welatê Tirkiyê, tê wateya aştiya li herêmê û bidestxistina mafê birayên me yên Kurd ên li bakûrê Kurdistanê.” Hat gotin ku şandeya HDP’ê, ger guncaw be,wê serdana sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî jî bike.
SILÊMANÎ/ROJNEWS