Hemû gundî li vir hev dinasin
Welatî ji serê sibê heta êvarê li bin siyar daran seyrana xwe serdanên xwe pêk tînin. Ji ber hînikya bin siya daran welatî û zarok di xewê de diçin û dikevin nava xewek şîrîn. Welatî li ser giyayan nimêjê xwe dikin û li ser gorê îbadetê xwe bi cih tînin. Bi tevahî rojê gundî, li ser vê Gora Şêx Emer serdan û seyrana xwe pêk tînin. Ji bilî serdan û seyranê ev roj wek roja hevnasîna gundiyan û xurtikirina yekîtiya gundiyan jî derbas dibe. Li ser mêrgê û giyayên hewşa goristanê welatî ji xwe re dikevin nava hûr û kûrbûna pirsgîrêkê civakî û li ser pêvajoyê nîqaşan dikin.
Herama Bekiran ku jê re tê gotin ji dehan gundên mezin pêk tê. Bi taybetî li vê heremê gelek ziyaret û goristanên qencan hene. Her sal meha Gulanê goristana Şêx Emer, Şêx Mahmut, Şêx Mimemedê Zîlan û Şêx Xelîl bi 10 hezaran welatî wek kevneşopî diçe serdana van ziyaretan û roja xwe bi seyranê derbas dikin. Heta dawiya Gulanê dê ev goristanên van Şêxan bên ziyaretkirin û di dawiya mehê bi dawî dibin. Her sal bi sedan welatî ji metropolan jî tê serdana van goristanan.
DİHA/ÊLIH