Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, ku ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd bi partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re rûdinê, doh serdana Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) kir.

Heyeta KNK’ê ku ji Alîkarê Hevserokên Giştî Tahir Kemalîzade, endamê Konseya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî û endamên KNK’ê Firyad Hiranî û Ferhat Doskî pêk tê, li navenda PAK’ê ya li Hewlêrê ji aliyê Serokê Giştî yê PAK’ê Huseyîn Yezdanpene û endamên meclîsa partiyê ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtinê bi qasî saet û nîvekê dewam kir û piştre Kemalîzade û Yezdanpene daxuyanî dan çapemeniyê.

Pêşî Yezdanpene axivî û diyar kir ku hevdîtin ji bo wan gelekî girîng e û got: “Hevdîtin xweş derbas bû, berhemdar bû. Hevalên ji KNK’ê ji me re qala bernameya xwe kirin. Me jî hin pêşniyar kirin. Meseleyên neteweyî, beriya partiyan lazim e li şûrayên neteweyî, civîn û platformên neteweyî werin nirxandin. Em jî xweşhal in ku destekê didin vî karî.”


Di tîrmehê de platforma nîqaşê

KNK, piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî û hêzên civakî yên li çar parçeyên Kurdistanê, plan dike ku di nava meha Tîrmehê de bi beşdariya 250-400 kesî, li platformekê dest bi nirxandina yekîtiya neteweyî bike. 


 ANF/HEWLÊR