Enwer Mûslim û Xerîb Hiso ji aliyê rêkxerê giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa, endamê civata niştîmanî ya Tevgera Goran Celal Cewher, Omer Seyîd Elî, Reza Cebar û Saze Abdullah ve hatin pêşwazîkirin. Noşîrvan Mistefa keyfxweşiya xwe ji bo serdanê anî ziman û wiha got: “Kobanê ev demeke berxwedaniyeke dîrokî dide meşandin, ev berxwedanî îro bû sedema ku di hest û dilê tevahiya gelê kurd de hişyarbûna neteweyî were çêkirin. Em weke Tevgera Goran berxwedana Kobanê wek gavek girîng dinirxînin û ev destkeftiya ku îro li Kobaniyê bi destketî, em weke destkefitiyên tevahiya gelê kurd dinirxînin”.

Ji bo me tevan yekîtî pêwîst e

Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim spasiya Noşîrvan Mistefa kir û wiha got: “Berxwedana ku li Kobaniyê tê dayîn bexwedaneke ji bo herçar parçeyên Kurdistanê ye. Kobanê îspat kir ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê  xwediyê mafên xwe yên rewaye û xwedî hebûnekî misogere ku li ser xaka xwe bi azadî bijî.” Mûslim spasiya spasiya Tevgera Goran kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hê jî metirsiyên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobaniyê bi dawî nebûne û pêwîstiya Kobanê bi alîkariyek zêdetir heye.”

Mûslim serdana YNK´ê kir

Şandeya Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim serdana polîtburoya YNK’ê kir. Şande ji aliyê Berpirsê Desteya Rêveber a YNK’ê Mele Bextiyar ve hat pêşwazî kirin. Mela Bextiyar ku keyfxweşiya xwe ji bo serdana şandeya anî ziman û got: “Di serî de ez li ser navê Mekteba Siyasî ya YNK’ê xêrhatina birêz Enwer Muslim, Xerîb Hiso û şandeya pêre dikim.” Bextiyar diyar kir ku, şervanên YPG/YPJ û gelê Kobanê ev demek dirêje bi lehengî li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ berxwedanekî mezin dimeşînin û wiha dewam kir: “Berxwedana Kobanê ne tenê ji bo gelê Rojava yan gelê Kobanê ye, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye û di heman demê de jî cihê serbilindiya tevahî gelê Kurd e.”

‘Kobanê Kurd gihand hev’

Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim sipasiya Mele Bextiyar kir û got: “Kobanê îro ji bo tevahî gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn dimeşîne. Kobanê da nîşankirin ku, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwedî îrade û xwedî hebûnekî misûgere. Vê yekê jî ji tevahiya dinyayê re da îspatkirin. Gelek şehîd hatin dayîn, gelek xwîn hat rijandin, lê vê yekê yêkîtiyekî neteweyî û hestekî neteweyî da çêkirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ