Serdem gihişt pirtûkxaneya xwe
Piştî amadekariyên zêdeyî mehekê, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê bi merasîmekê pirtûkxaneyek bi navê “Serdemê” li kampa Serdemê ya navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê vekir.
Di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de piştî rêzgritinê, Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Ûsama Ehmed axivî û diyar kir ku salên beriya 2012‘an, rêjîma Sûriyeyê fikirên rewşenbîran ji bo xizmeta xwe bi kar dianîn.
Rêveberê Kampa Serdemê, Idrîs Weqas jî axivî û bal kişand ser rola rewşenbîran di civakê de û wiha pê de çû: “Rewşenbîrên me di şert û mercên zehmet de têkoşîna xizmeta civakî dikin, vekirina pirtûkxaneyê serkeftineke mezin e.”
Li pPirtûkxaneya Serdemê ji 2 hezarî bêhtir pirtûkên li ser polîtîka, civak, dîrok, felsefe, çand û jinê bi zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî hene. ANHA / ŞEHBA