
Di sala 1976’an de li Amedê ji dayîkê bûye. Ji ber malbata wî ne malbateke dewlemend bûye, zarokatiya xwe di taxa kesên feqîr de derbas kiriye. Ji ber vê jiyana feqîrî derbas kiriye. Di wê demê de ji xwe re biryar girt ku zanîngehê xelas bike û bibe bersiv ji bo zarokên Amedê re. Dibistana yekemîn li gund xwend, derbasî bajêr bû û li wir dibistana navîn, lisê û fakûlteya aboriyê xwend. Navê wî Ahmet Sayar e. Ew 12 sal e karmende, bêhtirî salekê ye Serokê Oda Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) yê dimeşîne. Sayar têkildarî rewşa herêmê, aboriya herêmê û projeyên paşeroşê de pirsên me bersivandin.
Tevî derfet û dewlemendiya herêmê jî dema em li Amedê dinêrin dibînin ku feqîriya wê zêde ye. Sedemên vê rewşê çi ne?
Tiştê ku hatiye serê gelê Kurd nayê gotin. Welatê ku em tê de mezin bûne nêzî 30 salî ye şer heye. Ji ber wê jî feqîrên welatê me li gorî feqîrê welatên din zêdetir in. Nifûsa me zêde ye, her malbatek nêzî 7 ya 8 zarokên xwe hene û ger îro li bajar kar ji bo mirovan tunebe, bêgûman jiyan ji bo wê malbatê zor dibe.
Sedema zêdebûna bêkariyê çi ye?
Sebebê ku aboriya welatê me bi paş ve maye, yek jê siyaseta dewletê ye. Siyaseta ku sed sale dewam dike, nexwestiye ku aboriya welatê bipêş bikeve. Welatê me welatekî dewlemend e. Însanên me li gundên xwe heywan xwedî dikirin, bexçeyên wan hebûn û bi vî awayî nanê xwe derdixistin. Lê bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Hesab bike ew li gundê xwe li ser piya bû û bi zora dewletê gund terikand hate bajêr, lê bê kar e. Ya din jî, dema îro tu bazirganiyê bikî, lazime ku riyê te hebin, lazim e pîşe û dibistanên te hebin, dewletê jî ev bingeh ava nekir.
Gotineke pêşiyên Kurdan a mîna; “Pêwiste mirov pişta xwe bi destê xwe bixurîne!“ heye. Gelo berpirsiyariya me Kurdan di vê rewşê de tune ye?
Tu rast dibêjî, ger li benda dewletê bisekinî, ew nabêje ezê alîkariyê bikim. Heya niha bi vî rengkî polîtîka meşand. Îro jî heman polîtîka heye. Lê çavê gelê Kurd vebûye, gel li dîroka xwe xwedî derdikeve, dibêje, çima di warê aborî de ez paşde me. Li tevahiya dinyayê kedkarên Kurd çêbûne, niha ev dikarin li welat kargehan ava bikin, lê nikarin balafirgehekê çêbikin. Avakirina balafirgehê di destê dewletê de ye. Ger balafirgeh an jî riya te ya hesinî tune be, wê gavê tu nikarî pêş jî bikevî. Ha xebata xwe bike, yekîtiya xwe ava bike, baweriya xwe bi hêza xwe bîne û tiştê ku ne di hêza te de ye, tu yê ji dewletê re bêjî: Te li vir ev yek kiriye, te çima li cem min nekiriye, were li vir jî çê bike.
Tevî polîtîkayê xizan hiştinê bi xurtî dewlet bi taybetî li ser civan û zarokan asîmilasyonê jî ferz dike. Bandorê vê yekê di kîjan astê de ne?
Niha zihniyeta dewletê ewe ku ji xwe re dibêje; „dema şer hebe, dema bawerî û zihniyeta ciwanan zêde be, îhtîmale sibê dozê li min bike, li dij min têbikoşe.“ Ji bo wê jî dema ciwan dikevin rewşa xirab, dewlet ji xwe re tehlîke nabîne. Hêjmara tiştên ne baş li welatê me zêde bûye, lê belê dewlet ji ber wê cavê xwe digire. Armanca me jî ewe, em ciwanên xwe ji kolanan derxin û bidin xwendin. Divê derfetên me zêde bibin, ku ciwanên me bibin xwedî pîşe.
Ji bo ciwanan li Amedê Oda Bazirganiyê çi xebat meşandine heta niha?
Me îsal bingeha dibistanê di nav kargehê de avêt. Ji bo ku pîşeyê ciwanan hebe, dema dibistana xwe xelas bikin bêkar nemînin. Piştî xwendevan dibistana yekemîn xelas bike, derbasî liseyê dibe, dibistana me jî ya teknîk lîse ye. Xwendevan diçe dibistanê û piştî dersê diçe kargeha li kêleka wê û li wir praktîkê dibîne. Bi vî awahî jî dema lîseyê biqedîne, di heman demê de dibe xwediyê pîşe. Û ger ew ciwan lîseyê xilas bike, lê belê dersê xwe derbas neke, wê gavê pîşe di destê wî de heye. Bi vî awahî emê her sal 1500 xwendevanî bikin xwedî pîşe û kar.
Niha welatê me welatekî qada erd ajontin û cotkariyê ye. Mesela genim û pembû pir li pêşe. Binêre, em pembû dajon, radikin û ji cem me diçe Stembolê an jî Adana yê, ji bo çêkirina wê kargehên cûda derbas dike, heya dibe qumaş. Niha bo çi em hilberîna pembû dikin lê kesên din, herêmên din ji xwere dixin qumaş û difiroşine me? Tiştê ku ji erdê me bê, tiştê ku em dajon, êdî gereke em ji xwe re bixin mal. Ji bo wê jî lazime ku gundî vegerin û em li herêmê kargehan ava bikin. Ji bo vegerê divê pêşî bingeha van gundan were avakirin. Dewlet gerek bingeha wê çêbike, gerek riyan çêbike, gerek sîstema cerdevaniyê rabe û hwd. Wê zehmet be, heya ev bingeh hemû bi cih werin û gundî vegerin, lê divê em dest bi sîstemekê bikin.
Di vê pêvajoya sazbûna neteweya demokratîk a Kurd û jinûve avakirinê de tiştê di qada aborî de werin kirin çi ne?
Niha bi her hawî divê em xwe pêş bixînin. Bêjim yekemîn: Gelê me bêkar e, divê em wan bikin xwedî pîşe da karibin rehat li kargehan kar bikin.
Duyemîn: Mermera ku ji binê erdê me tê, em pirê caran wê mermerê wek kevir dibin welatê din u difiroşin. Ev nabe, divê em mermera xwe hilberîn û ji bikaranînê re amade bikin. Genimê xwe têxin savar û hwd. Divê em îndustriyê ava bikin.
Sêyemîn: Welatê me welatekî kevn e, em behsa 12 hezar salan dikin, em behsa 33 şaristaniyan dikin, em behsa bawerî û çandê dikin, lazime, em turîzmê jî pir pêş bixînin. Turîzim ji bo herêmekê di warê aborî de tiştekî girînge, tu dikarî di wextekî kin de bi turizmê aboriya xwe xurt bikî.
Têkiliya pêvajoya aştiyê û xurtkirina aboriya herêmê dikare çawa were rawekirin?
Sedemê ku em li Bakûrê Kurdistanê îro zêde behsa aboriyê dikin ev pêvajo ye. Ger ev pêvajo dest pê nekira, belki me nikarî bu mijara aboriyê hevqasî bînin ziman. Ji ber dema li cihekî şer hebe, kes nikare di aliye aborî de xebatê bike. Navê pêvajoyê aborî bêhtir derxist pêş. Gerek mirov pêvajoyê destek bike. Dema mirov doza mafê xwe bike û aborî pêşde here, wê gavê demokrasî jî pêşde diçe û aştî jî bêhtir derdikeve pêş. Ger pêvajo baş biçe û wergere aştiyeke mayinde, aborî hîn bêhtir pêş dikeve. Dema aboriya welatekî pêş nekeve, tu nikarî sîstema xwe jî ava bikî, lazim e ku hêza te ya aborî hebe.
Hûn beşdarî komcivîna Karmendên Kurd ên Ewropayê bûn. Di çareserkirina pirsgirêkên we li jor qal kir de qada Ewropa û girîngiya wê li gor we çi ye?
Dikarim bêjim, berê haya Kurdan ji hevdû tunebû û têkiliyên bi hev re jî tunebûn, lê îro Kurd bi sîyaset û ji aliyê aborî ve têkiliyên xurt danîne. Min îro dîsa ew rastî dît ku Kurd xurtir bûne û yekîtiya xwe li ser her tiştî dibînin. Mîsal 30 salî berê bi sedhezaran Kurd ji welat kocberî Ewropayê bûn, niha em dinêrin, îro bi hezaran karmend çêbûne û van eslê xwe ji bîr nekirine. Em îro di bin Yekîtiya Kurd li Ewropayê dibînin, kesên ku li vir ji aliyê kedkariyê ve hatiye sewiyekê, dixwaze ji gelê xwe re alîkarî bike, ev jî tiştekî pîroz û serkeftin e.
Hêvî û bendewariya we ji karmend yanî derdorên kar ên Kurd li Ewropayê çi ne?
Me gavên destpêkê bi wan re avêtine, amadekariya projeyên me yê bi hev re hene. Yekîtiya Kedkarên me yên welat û yê Ewropayê, bi Yekîtiya Kadkarên Cihanê re xebatê bingehîn ava kirine. Ger hebûn û yekîtî hebe, mirov zêde xurt dibe û bi ser dikeve. Ew kardarên ku li welat ji dayîkê bûye û dilê wî bi wî welatî ve ye, îro li Ewropayê xwedî sermayekê ye. Hêvî û armanca me ewe ku ew hinek ji sermaya xwe jî bîne welat û kargehan ava bike. Ez di wê baweriyê de me, kardarên me yên li Ewropayê wê herêmê bi hêz bikin, kargeh werin ava kirin û ji aliyê aborî ve herêmê têkûz bikin.
Bila kardarên Kurd dewlemendtir bibin. Dewlemendiya wan dibe dewlemendiya welat û gelê Kurd. Dîsa jî ez gelek kêfxweş im ku êdî Yekîtiyeke Kedkarên Kurd li Ewropayê ava bûye. Ez dibêjim di warê aborî de, dema pêşiya me, wê bi xêr bibe dema Kurdan“.
Divê sermeyadarê Kurd berê xwe bidin welêt
Ji bo yên bixwazin sermayeyê bînîn welêt û kargehan vekin derfetên çawa hene?
Dema kardar were welat û kargehekê ava bike, êwê baca ku li Ewropayê dide, gelek kêmtirî wê li welat bide. Mesrefên wek heqê xebatkaran, malzeme, ceyran, av û hwd. ku li Ewropayê dide, wê li welat pir kêmtir be. Ev ji bo kardaran hemî avantaj in. Binêre îro hemî kardarên Ewropî yê navdar, malzemê xwe li derveyê Ewropayê didin çêkirin. Ger xwesteka kardarekî wuha hebe, bila were cem me, em ê tiştê ku ji destê me were jê re bikin. Hem madî hem jî manewî hebûna wî wê zêde be û ew ê gelê me yê welat jî bixebitîne. Ez dîsa dibêjim, werin vir, em li welat benda we ne. Hem hûn qezenç bikin, hem jî gelê me.
LEYLAN UCA /FRANKFURT