Ji bo nirxandina asta xebatên Desteya Karê Derve ya herêma Cizîrê di sala yekemîn a Rêveberiya Xweser de, her wiha bi armanca naskirina pêngavên desteyê yê sala duyemîn Ajansa Nûçeyan a Hawar hevpeyvînek li gel serokê desteyê Salih Gedo pêk anî. Gedo wiha bersiv da pirsên ANHA'yê.

We di qada dîplomatîk de salake çawa li pey xwe hişt?

Wekî Desteya Karê Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê me di sala 2014'an de serdana gelek dewletên herêmê û Ewrûpa û yên din ên cîhanê kir. Di van serdanan de me nûnerên hikûmetan, rêxistinên mafên mirovan û parlementer dîtin. Me ji wan re rola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di rojavayê Kurdistanê de pênase kir û ji wan xwest ku di şerê me yê li hemberî 'terorê' piştgiriya me bikin û werin serdana kantonên me da ku rewşa Rojav ji nêz ve bişopînin.
Li ser vê yekê bi dehan şande û kesayetên payebilind ên Ewrûpa û Amerîkayê serdana me kirin. Ev serdan jî ketin xizmeta temamiya gelên Rojava û Rêveberiya Xweser.
Xebatên desteya me di sala 2014'an ango di sala yekemîn a avakirina Rêveberiya Xweser de di qonaxa ku hêzên navnetwî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nas bikin de bûn. Ev wekî qonaxa destpêkê ya karê desteya me bû.

We çawa rêveberiya xwe li derve parast?

Bê guman bi saya şehîdên me yên li sê kantonên Rojavayê Kurdistanê ku ji bo parastina nirx, rûmet û xaka gelê xwe can û xwîna xwe feda kirin û li hemberî hemû êrîşan seknîn herêmên me hatin parastin û derfet hatin avakirin ku di xebatên Rêveberiya Xweser de pêşketinên mezin werin çêkirin. Desteya me di aliyê pênasîna buyer û rastiyên ku li herêmên me tên jiyîn gelek xebat di aliyê dîplomatîk de pêk anîn û karîbû dengê gelê xwe bigihîne civaka navnetwî. Xebatên Rêveberiyê yên li ser erdê û xebatên ku têde hebûna xwe îsbat kir, her wiha xebatên dîplomatîk ku desteya pêk anîn hiştin ku hêzên navnetewî neçar bimînin bi me re danûstandinan bikin.

We çi guhertin di nerînên aliyên navnetewî de çê kirin?

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di şert û mercên pir dijwar de hat avakirin. Di destpêka damezirandina xwe de rastî şerê gelek aliyên herêmî û navnetewî hat. Van aliyan nedixwestin ku ev rêveberî biser bikeve. Lê qehremaniya dîrokî ya Yekîneyên Parastina Gel li hemberî hêzên 'terorê' tevî hewldanên me yên dîplomatîk hişt ku gelek guhertin di nerîn û helwestên hêzên navnetewî de çêbibe û bi awayekî erênî li Rêveberiya Xweser binêrin. Vê yekê rê da ku mijara Rêveberiya Xweser bi awayekî berfireh ji aliyê hêzên navnetewî were nîqaşkirin.

Xebatên sala duyemîn wê di çi astê de bin?

Piştî çend rojên din yekemîn salvegera avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê ye. Em bi hêvî ne ku dengê sala duyemîn a rêveberiya me bi hêztir bigihêje civaka navnetwî. Di vê sale de wê danûstandin û serdanên fermî bi hêzên navnetewî re werin kirin. Li ser esasê van danûstandinan wê rê û rêbazên piştgirîdayînê, her wiha çawaniya hevkariya di navbera me û hêzên navnetewî de werin nîqaşkirin. Em bawer in ku di sala duyemîn de em ê karibin bêhtir xebatên xwe pêşde bixin û bihêlin ku hêzên navnetewî Rêveberiya Xweser fermî nas bikin û îfîrafê pê bikin.




HOGIR EBDO/ANHA/ AMÛDÊ