
Ji bo welatiyên Kobanê yên di nava konbajarên bi aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatin vekirin de bi pêşengiya Komîsyona Perwerdeya Kantona Kobanê ji bo zarokên Kobanê her sê konbajaran de dibistan hatin vekirin. Xwendekarên li dibistanên konbajaran de dixwînin doh dest bi serdema duyemîn kir. Mamosteya Kurdî Pervîn Hemo (21) ya dibistana Ferzad Kemangerê ya ku li konbajarê Şehîd Gelhat hatiye vekirin û mamoste Enwer Omer (28) xebatkarê saziya zimanê Kurdî ya Kobanê der barê destpêkirina serdema duyem a dibistanan û girîngiya perwerdeya zarokên Kobanê axivîn. Omer da zanîn ku armanca wan yekem a perwerdeyê derûniya zarokan ji bandora şer xelas bikin û mafê zarokan yê perwerdehiyê ve ji bo wan pêşerojekê zelal ava bikin.
‘Koçberî divê nebe astengî’
Mamosteya Kurdî Pervîn Hemo da zanîn ku serdema yekem ji bo xwendekaran pir serkeftî derbas bibû û wiha axivî: “Me di nava şert û mercên kêm de dest bi perwerdehiyê kir. Niha rewşa me baş e ji ber ku pergala perwerdehiyê rûnişt. Li Kobanê zarokan dibistanên xwe de dixwend û me got divê ku koçberî ji bo perwerdehiya zarokên me nebe astengî. Niha me li vir dest bi serdema duyem kir û di nava zarokan de coşekê pir mezin heye.”
‘Divê zarok carek din vegerin jiyanê’
Pervîn diyar kir ku bernameya wan li ser pergala perwerdehiya Rojava didome û wiha got: “Serdema duyem jî bi dersên bîrkarî, jiyana hawirdorê, xwendin û nivîsandin û muzîkê vê pêk tên. Em înkar nakin bandora şer li ser derûniya zarokan çênebûye û vê çendê em hemû pratîka wan a di nava jiyanê de dibînin. Dibistan ji bo zarokan pir girîng e û armanca me jî ew e ku wateya şer û bi zanebûn pê bidin naskirin. Ji ber ku ev şer rastiyeka wan a jiyanê bû lê bi perwerdehiyên xwe ve emê bandora şer li ser wan kêm bikin û wateya wê pê bidin naskirin. Ya duyem jî em dixwazin ku wan carek din vegerînin jiyanê. Carna di resmên xwe de, nivîsên xwe de behsa lîstîkên xwe û malbata xwe dikin. Em dixwazin zarokatiya wan carek din bi wan bidin nasîn û bînin bîra wan.”
‘Mafê zarokan tê parastin’
Mamoste Enwer Omer jî têkildarî xebatên xwe yên di nava konbajaran û Kobanê kir û got ku xebatên wan ên di nava konbajaran de didomin. Omer bibîrxist ji ber ku welatiyên Kobanê wê vegerin xebatên xwe li ser plana vegerê dimeşînin û wiha pê de çû: “ Destpêka meha dehan de me li vir hemû konbajaran li gorî derfetên xwe dibistan vekirin. Armanca me ya yekem ji bo ku zarok mafê xwe yê pergala perwerdehiyê qut nebin bû. Ji bo ku zarok carek din li gorî jiyaneke asayî tevbigerin mamoste yek bi yek bi zarokan ve eleqeder dibin.”
Derûniyê li gorî vegerê amade dikin Der barê zehmetiyên perwerdehiyê de Omer got ku ji ber ku rewşekê awarte heye hinek astengî derdikevin û axaftina xwe wiha domand: “ Her çiqas gelek zehmetî hebin jî me soz daye ku li hemberî hemû şertên giran jî em ê perwerdehiyê bidin zarokên xwe. Her wiha em xwe li gor rewşa vegerê jî amade dikin. Derûniya zarokan em li gor rewşa vegerê amade dikin.”
‘Heta dawî xebatên me wê bidomin’
Omer got ku li Kobanê jî her wiha dibistan ji bo zarokên Kobanê tên amadekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Niha li Kobanê 7 mamosteyên ji bo amadekariyên dibistanan li ser kar in. Her wiha li Kobanê jî niha zarok hene û ji bo wan jî dibistan hatine vekirin. Niha li Bakur 5 500 xwendekar hene. Dema ku me li vir derûniya zarokan didît em pir pê diêşiyan. Heta zarokek bi tenê jî bimîne li Bakur dê xebatên me yên perwerdeyê didomin. Ji ber ku li Kobanê hemû bîna hatine hilweşandin û cihê perwerdeyê jî tuneye em bang li hemû dewletên navneteweyî û mirovan dikin ku bibin alîkar.”
DÎHA/RIHA